Metro: Jinên Kurd li eniyê şer dikin
Metro: Jinên Kurd li eniyê şer dikin
Metro: Jinên Kurd li eniyê şer dikin
Rojnameya Metro ya Swêdê, di hejmara xwe ya îro de têkoşîna jinên Kurd a li Rojava bi sernavê "Jinên Kurd li eniyê şer dikin" di rûpela destpêkê de da. Di nivîsê de wêneyên jinên li refên Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) şer dikin û hevpeyvînên li gel wan hat dayîn û hat gotin, "Komek ji jinên Kurd ên ciwan ên li bakurê Sûriyê, ji bo xwe li hemberî komên Îslamî yên radîkal biparêzin, perwerdeya leşkerî dibînin. Hinek ji wan hînê ji niha ve li eniyê şer dikin. Jin di heman demê de ji bo di pergaleke wekhev a piştî şer de cih bigirin, têdikoşin."
Di nivîsê de hat ragihandin ku dibistaneke trafîkê ya li derveyî Qamişloyê weke navenda perwerdeya leşkerî tê bikaranîn û jinên 17 saliya xwe dagirtine ji bo beşdarî perwerdeya 15 rojan bibin dikarin serî lê bidin. Di nivîsê de tê destnîşankirin ku piştî perwerdeyê çek ji jinan re tê dayîn û piraniya jin piştî perwerdeyê li gundê xwe vedigerin û li dijî êrîşên li hemberî gundê xwe weke hêza mîlîs amade ne.
Hîndekara leşkerî ya bi navê Berfîn diyar dike ku divê ew ji bo mafên jinan ên li Rojhilata Navîn şer bikin û armanca wan jî avakirina pergala civakeke wekhev e. Berfîn diyar dike ku jinek ji bo karibe beşdarî nafa refên Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) bibe divê 20 saliya xwe temam kiribe, di rewşên îstîsnaî de hin jinên ji vî temenî biçûktir di nava YPJ'ê de cih girtine lê ev li çeperên dûrî eniyan têne wezîfedarkirin.
Di nivîê de fermandara bi navê Sozdar destnîşan dike ku li derdora Al-jawadiya jinên Kurd li eniyên herî pêş li dijî Eniya El Nûsra şer dikin û tîne ziman ku gerîlayên Kurd li gelek gundan kontrol xistine destê xwe, lê hînê bi temmaî Îslamîstên radîkal têk nebirine. Di nivîsê de tê ragihandin ku hatina çekên giran ji ser Tirkiye û Iraqê ji bo Îslamîstan, rê li ber fikaran vedike û tê destnîşankirin ku hînê beriya du rojan El Nûsra bi panzêrên fîşek pê re nare êrîşî xetên Kurdan kir, lê aliyê Kurd ev êrîş bêbandor hiştin.
Di nivîsa bi mora CarlDrott de der barê pêvajoya damezrandinê ya YPG û YPJ'ê de agahiyên zelal tê dayîn. Tê destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn di navbera 23-34 mîlyonî de Kurd dijîn û Kurd koma etnîkî ya herî mezin e ku bê dewlet e.