Meşa jinan li Çiyayê Bagokê bi dawî bû

Meşa jinan li Çiyayê Bagokê bi dawî bû

Endamên DOKH’ê meşa ku bi armaca protesto kirina êrîşên li ser goristanên gerîla lidarxistî li çiyayê Bagokê bi dawî bû. Jinan li 'Şehîdgeha Egîd Sûrûç' daxuyaniya çapemeniyê dan û Seyhan Dagana berxwedêra Geziyê bi bibîr anîn. Her wiha şoreşa Rojava jî silav kirin.

Meşa ku aktîvîstên DOKH'ê armanca şermezarkirina êrîşa leşkerên Tirk ya 2'ê Îlonê li ser gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê ên li Çiyayê Bagokê ser bi navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ji Amedê 19'ê Îlonê dabûn destpê kirin, gihan Çiyayê Bagokê.

Li gundê Marînê yê Nisêbînê bi beşdarbûna girseya gel jin meşiyan. Pankarta li ser “Ez agirê azadiyê me, canê min di gere, li Licê, Rojava heya Geziyê “ û pankartên kesk, sor û zer û alên DOKH, KCK, PKK'ê hilgirtin. Dowîzên li ser "Ez Çiyayê Bagokim, dewlet êrîşî welatên me yê pîroz  û qedim dike û serhildanim", "Civaka azad, jina azad", "Ez  Seyhan Doganim… 13 salîme, di binçavan de min jiyana xwe ji dest da. Duh hestiyên min hatin dîtin. Yê ez winda kirî niha serokê şaredariyê ye.! Eger  meraq bikî ez niha li vê derê me" û "Ez Ehmed ji bo aştiyê canê xwe didim." hatîn nivîsandin hilgirtin. Jinan heya dawiya rê diruşmeyên, "Bijî berxwedana Rojava", "Jin jiyan azadî", "Têkoşîn" û "Berxwedana HPG" qîr kirin.

Li ger navê komê aktîvîsta DOKH’ê  Zeynep Sîpçîk, bi zimanê Tirkî û Kurdî daxuyanî xwend û da diyar kirin ku, dewlet ji derveyî desthiladariya pergalê qet kesek din nasneke. Zeynep destnîşan kir ku, Ermenî rastî tevkujiyê  hatin û Hrant Dînk qetilkirin û hêjî kujerê wî diyar nekirine û wiha got: “Divê demek ji ya din zûtir hesab ji kujeran bê pirsîn. Em hemû Hrant Dînkin, ji bo azadiya Tirkiyeyê Berxwedana Geziyê çêbû û ev berxwedan ji hêzek dînamîk bû. Polîsên AKP’ê di vê berxwedanê de 7 ciwanên me qetil kirin. Îro em li vê derê Ehmed, Ethem û  Elî Îsmaîl în"

Zeynep da diyar kirin ku, jinên Kurd li dijî dagirkirina Rojavayê Kurdistanê berxwe dide û got: “Şoreşa Rojavayê heya negihêje Kurdistanê em dê azad nebin. Berxwedana jinan wê berdewam be, heya ku jin azad nebin wê berxwedana me jî berdewam be.”

Piştî daxuyaniyê bi sloganên jinan ji goristanê veqetiyan.