Menekşe ji aliyê jinan ve hat oxirkirin

Cenazeyê Menekşe Karaoglan a hevserê wê bi hinceta “Av nedaye” ew qetilkirin, li gundê Agadeve yê Agirî hat oxirkirin.

Cenazeyê Menekşe Karaoglan a hevserê wê bi hinceta “Av nedaye” ew qetilkirin , li gundê Agadeve yê Agirî hat oxirkirin.

Menekşe Karaoglan a 27 salî û dayika 2 zarokan bi sedema “Av nedaye” ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin. Cenazeyê Karaoglan anîn gundê Agadeve yê girêdayî Agirî. Namzeta Agirî ya HDP’ê Leyla Zana, Hevşaredara Agirî Mukaddes Kubîlay, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Agirî Ozlem Demîr jî di nav de gelek jin beşdarî merasîma cenaze bûn.

Jinan pankarta, “Zilam qetil dike, dewlet diparêze. Em di îsyanê de ne” hilgirtin, darbesta Karaoglan heta goristana gund li ser milan hilgirtin. Piştî wecîbeyên olî cenaze ji aliyê jinan ve hat defnkirin.

Hevşaredara Agirî Mukaddes Kubîlay a li mala taziyeyê axivî diyar kir şîdeta zilam her roj zêdetir dibe û dewlet çavên xwe lê digire. Kubîlay bal kişand ku li ser jinê şîdeteke mezin heye û heta zîhniyeta dewletperest hebe wê ev şîdet neqede.