Meclîsên Jinan û KJA: Ji bo destketiyên xwe em ê bênavber li ber xwe bidin!

Meclîsên Jinan ên HDP-HDK'ê û KJA'yê, piştî binçavkirina Hevserok û Parlamenterên HDP'ê daxuyanî dan û ji bo xwedîderketina li destketiyan, banga berxwedana bênavber kirin.

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Jinên Azad (KJA), li ser êrîşa bêhiqûqî ya li dijî 12 wekîlên HDP'yî ku hevserok jî di nav de ne, daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de ji bo xwedîderketina li destketiyan banga berxwedaneke bênavber hate kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hikûmeta Qesr-AKP'ê ku gotinên 'vîna milet' û 'demokrasî' ji ser zimanê wê nayê xwarê, bi hêzên xwe yên faşîst duh bi şev avêtin malên Hevserokên me Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 9 parlamenterên me ku cih, mal, adres, deng, gotin, bernameyên wan li pêş çavan e û li Meclîsê karê qanûndanînê dimeşînin. Hikûmeta Qesr-AKP'ê ku hem li welêt hem jî li Rojhilata Navîn ji bo armancên xwe yên mêtîngeriyê bi bazariyên qirêj şer dike, ji bo meşandina van polîtîkayên xwe yên şer pêwîstiyê bi sîstemeke siyasî ya navendîparêz û dîktatoriya yek şexsî dibîne. Yekane astengiya li pêşiya sîstema serokatiya yek şexsî û navendîparêziyê, Partiya Demokratîk a Gelan e, ku ji roja avabûnê û vir ve her bi pêş ve diçe."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku HDP bi polîtîkaya xwe ya alîgiriya aştî, ked, xweza û wekheviya zayendî, mûxalefeteke bi bandor dimeşîne.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li dijî zext, zilm û girtinan em ê helwesta xwe ya bi pîvan neterikînin; di her şert û mercî de em ê jiyanê, ekolojiyê, aştî, wekhevî, edalet û azadiyê biparêzin. Li ser beden, nasname, vîn û keda me, mafê gotinê ya me jinan e. Em vî mafî radestî kesî nakin.

Têkoşîna azadiya jinê temînata yekane ya demokrasiyê ye. Bi vê bîr û baweriyê, em ê ji bo xwedîderketina li têkoşîn û destketiyên xwe, bênavber li ber xwe bidin û li bendê ne ku rêxistinên jinan destekê bidin vê biryara me."