Meclîsên Jinan: Nerazîbûn li pêkanînên dij mirovahî yên li zîndanan e
Meclîsên Jinan: Nerazîbûn li pêkanînên dij mirovahî yên li zîndanan e
Meclîsên Jinan: Nerazîbûn li pêkanînên dij mirovahî yên li zîndanan e
Meclîsên Jinan ên BDP'ê dan xuyakirin, ku li Girtîgeha Mûşê girtiyên jin li dijî zextan jiyana xwe xistine xeteriyê û koxûşên xwe dane ber agir. Jinên BDP'yî destnîşan kirin ku girtiyên jin bi vê yekê re ji tecrîda girankirî û pêkanînên kêfî re gotine 'Êdî bes e.'
Meclîsên Jinan ên BDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr xist ku li gelemperiya cîhanê herî zêde girtiyên siyasî li Tirkiyê hene û destnîşan kir ku di heman demê de tecrîda girankirî, binpêkirina mafan û zextên giran ên li hemberî girtiyan herî zêde li Tirkiyê rû didin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêkanînên dij mirovahî yên li girtîgehan ku kêmî kampên dîlan ên demên şer nîn in, nahêlin ku girtî hilmê jî bistînin."
Meclîsên Jinan ên BDP'ê diyar kirin ku pêkanînên kêfî yên li hemberî girtiyên jin, zarok û nexweş gihaştine radeyeke ku êdî xwe ragirtin lê nabe û girtî di berdêla jiyana xwe de li dij derdikevin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi hinceta gumanbarin kulîlk, pirtûk, kinc tên desteserkirin, li koxûşên jinan kamera tên bicihkirin, bi awayekî kêfî koxûş tên guhertin, bi qedexekirina hevdîtin û nameyan re têkiliya bi derve re tê birîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şewitandina koxûşên li Girtîgeha Mûşê ya duh tê wateya helwesta 'êdî bese' ya li tecrîda girankirî û pêkanînên kêfî û hat gotin, "Lê belê rêveberiya girtîgehê helwesta xwe ya bû sedema raperînê, di dema raperînê de jî dewam kiriye. Di bin navê destwerdana li koxûşên hatine şewitandin de, jin rastî lêdan û tacîza gardiyanan hatine."
Di daxuyaniyê de weke li ser anvê Meclîsên Jinan ên Partiya Demokrasî û Aştiyê ji mejiyê ji kulîlk, pirtûk û rengan ditirsin ev tişt hat gotin, "Em pêkanînên li dijî mirovahiyê û derveyî maf û huqûqê yên li hemberî girtiyên jin, zarok û girtiyên nexweş, ku ne kemî girtîgehên Gûantanamo û Ebû Gûreyb in, ti carî qebûl nakin.
Em bang li tevahiya gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî van pêkanînên rê li ber îsyanê vekirine rawest in. Agirê li nava çar dîwaran hat pêxistin, qêrînek ji bo derve ye. Em vê qêrînê bêbersiv nehêlin. Girtiyên siyasî rûmeta me ne. Em xwedî li rûmeta xwe derkevin."