Meclîsên Jinan ên BDP'ê nerazîbûn nîşanî Gormez dan

Meclîsên Jinan ên BDP'ê nerazîbûn nîşanî Gormez dan

Meclîsên Jinan ên BDP'ê nerazîbûn nîşanî gotinên Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez ên tundiya li dijî jinê rewa dike dan û diyar kirin ku bi tenê di sala 2012'an de 100 hezar êrîşên zayendî rû dane. Jinên BDP'yî gotin, "Gelo ev bi tenê ne gunehekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin e?"

Meclîsên Jinan ên BDP'ê li hemberî daxuyaniya Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez a digot, "Di şûna ku bi tundiya li dijî jinê re mijul bibin, pêşî li komkujiyên li hemberî mirovahiyê bigirin" nerazîbûn nîşan dan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Meclîsên Jinan de hat destnîşankirin, ku binpêkirinên mafên jinan weke gunehekî li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin û ew jî li dijî vê têdikoşin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tevî vê rastiyê jî Serokê Karên Diyanet Mehmet Gormez ew gotin bikaraniye û ev xal hat destnîşankirin: "Xwediyên vê têgihiştinê jinan weke mirovan nabînin û tundiya li hemberî jinê jî rewa dibînin. Em dizanin ku Mehmet Gormez li beramberî komkujiyên li dijî mirovahiyê, ne samîmî ye. Eger li dijî komujiyan bûna, dê nîjad, nasnameya qewmî, ol, zayend, mezheb û çîna mirovan ji hev cûda nekiribûna û li dij komkujiyan têbikoşiyan. Eger Mehmet Gormez li dijî komkujiyên li hemberî mirovahiyê nerazîbûya, wê ev yek ji nûnera Projeya Pêşîgirtina Tundiya li dijî Jinê ya Neteweyên Yekbûyî re negota, dê berê rexneyê xwe bida hikûmeta xwe ya tiliya wê bi xwe jî di komkujiyên mijara gotinê de heye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku samimiyeta li hemberî komkujiyan, divê di dema komkujiyên li dijî jinan de bê nîşandan û hat gotin, "Eger ji dil bûna, wê mîna li her devera cîhanê li vê derê jî li hemberî kuştina jinan rawestiya. Di van rojên dawî de li Enqerê jina bi navê Çîlem Hulya Berkîl ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve bi benzînê hat şewitandin. Dev ji dijderketina vê rewşê berde, Serokê Karên Diyanetê mîna nûnerê ku vî mejî rewa dike, tevdigere."

Meclîsên Jinan ên BDP'ê di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku bi tenê di sala 2012'an de 100 hezar êrîşên zayendî rû dane û gotin, "Ev yek bi tena serê xwe sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Gelo ev ne komkujiye? Ya rast ew e ku li dijî her sûcê li hemberî mirovahiyê sekneke zelal bê nîşandan.

Weke Meclîsên Jinan ên Partiya Aştî û Demokrasiyê, emê li dijî her şêweyên sûcên li hemberî mirovahiyê, sekneke însanî û polîtîk her dem nîşan bidin. Ne tenê li dijî komkujî, destavêtin û destdirêjiyan, emê li dijî mejiyê li kuştina jinan temaşe dike û feraseta mêr a deshilatdar a piştgiriyê dide vê rewşê, têkoşîna xwe bilind bikin."