Meclisa Kongra Starê bernameya çalakiyên 15’ê Sibatê eşkere kir

Meclisa Kongra Starê bi wesîleya salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bernameya çalakiyên xwe eşkere kir.

Meclîsa Konra Star bi wesîleya salvegera 24'emîn a Komploya Navnteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek li Stadyuma 12`yê Adarê ya li Qamişlo da û bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Ekolojiyê ya Meclisa Kongra Star Rîham Temo ve hate xwendin.

Rîham Temo, bi bîr xist ku Komploya Navneteweyî ya di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hatiye destpêkirin, 24 sal li pey xwe hiştine û hîn jî tê xwestin ku îradeya gelan ji holê bê rakirin. 

Temo anî ziman ku, tecrîda girankirî, êrîşên qirkirina siyasî, fizîkî û çandî berdewama komployê ne, got ku lewma divê têkoşîna azadiyê were xurtkirin. Temo her wiha diyar kir ku ew wek Kogra Star, gelê Kurd û hemû gelên herêmê lîstikên navneteweyî şermezar dikin û dê li dijî her cure komployan bi dirûşma "Kes nikare roja me tarî bike" têbikoşin.

Temo bang li CPT’yê jî kir ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de Rîham Temo bernameya çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê eşkere kir.

Bername wiha ye:

“* Ji 5 heta 10’ê Sibatê li gund, navçe, komun, û saziyan wê semînerên têkildarî komployê werin dayîn.

* 5’ê Sibatê li gel Meclisa Malbatên Şehîdan li hemû bajar û navçeyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin daliqandin.

 * 5’ê Sibatê wê li navçeyan pêşangehên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ocalan werin vekirin.

 * Ji 5’ê Sibatê ve dê li gel Komîteya Zarokan a Şilêr ku girêdayî Kongra Star e, pêşangehên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi destê zarokan hatine çêkirin, bên vekirin.

 * 10’ê Sibatê wê Mekteba Jinan a PYD’ê foruma jinê li dar bixe.

 * 14’ê Sibatê wê li ser hesabên medyayê civakî kampanyaya hashtagê were destpêkirin.

 * 15’ê Sibatê wê bi dirûşma 'Azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye, azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye' li Dêrik, Qamişlo û Hesekê, herêma Firatê, Şehba û Helebê meşên navendî pêk bên.

 * Nameyên ku der barê komployê de hatine nivîsandin, wê ji CPT’yê re werin şandin.

 * Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star wê li bajar û navçeyan daran deyne. Di vê çarçoveyê de wê cih û rojên çandina daran ji aliyê komîteyên bajaran ve werin diyarkirin."