Meclîsa Jinên Kurd li Berlînê kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinên Kurd li Berlînê kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinên Kurd li Berlînê kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinên Kurd li Berlînê (DEST-DAN) kongreya xwe ya awarte liğdar xist. Kongreya li komeleya Kurd a li Berlînê diyarî şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, hat kirin.
Li ser navê malbata Sakînce Cansiz Nêrgiz Cansiz, xwişka Zekiye Alkan Adelet Alkan û komek ji jinên endamên Yekitiya Jinên Sosyalîst û dostên Polonyayî û Elman jî beşdarî kongreyê bûn. Yildiz Aktaş axaftina vekirinê ya kongreyê kir û anî ziman ku di dema lidarketina kongreyê de li Êlihê yek û li Amedê jî 2 jin hatine qetilkirin û got, "Divê em ji komkujiyên jinan re bêjin êdî bes e, divê em di xeta têkoşînê ya hevala Sakîne Cansiz de bimeşin."
Li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd Denîz Heval jî bal kişand ser mijarên têkoşîna hevpar a jinan û şoreşa Rojava û ketina dizan a li mala dadgerê komkujiya Parîsê dişopîne nirxand. Heval ji bo bûyerê got, "komediyeke erzan". Heval da xuyakirin ku ewê di her şert û mercî de ji dozê venegerin û got, "Divê hesabê vê komkujiyê were dayîn, naxwe jinên Kurd û gelê me dê her bidin dû vê bûyerê."
Di kongreya ku delege û mêvanan nêrînên xwe anîn ziman de, bi giranî şoreşa Rojava û bûyera qetilkirina sê jinên Kurd li Parîsê hatin rojevê. Li dû pêşniyaran, di kongreyê de komîsyonên berdevkî, aştî-edalet, çand û malbatên şehîdan ên ser bi Meclîsa Jinên Kurd li Berlînê hatin avakirin.
Di beşa dawî de dengbêjên jin derketin ser dikê û kongre bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.