Li herêma Hambûrgê 3 meclîsên herêmê, jinên ku wek komunekê xwe bi rêxistin kirine, ji bo piştgiriya jinên ku li dijî zilma dewletê ya li Kurdistanê li ber xwe didin bikin, ketin nav liv û tevgerê.
Li bazara Noel a li semta Neuwiedenthal bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Harbûrgê stant hat vekirin û tişt tên firotin. Hevseroka Meclîsa Gel a Harbûrgê Turkan Gumuş jî ragihand ku erkdarên şaredariyê yên bi boneya projeya wan a tenûrê hevûdu nas kirine li wan geriyaye û ji bo standê pêşniyar kirine. Gumuş got, “Ji bo standê kîrayê naxwazin, heta hin alav jî dan me. Bi vî şiklî jî em ê tevahî dahatûya bi keda jinê bê bidestxistin ji Kurdistanê re bişînin” û got domahiya 6 rojan piştî danê nîvro bi tevkariya gelek jinan ketine nav hewldanan.
Berdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan Ayten Dûrmûş a li ser standê, bang li tevahî jinan kir ku destekê bidin “Kampanya Malbata Xwişk û Bira”. Dûrmûş got, “Kî çi ji destan tê divê di nav şertên vê zivistanê de bi cih bîne” û got, sekna li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ku bi şêwazê feqîrkirin û koçberkirinê li Kurdistanê dimeşîne, rawestandin wezîfeyek mirovî ye.
Her wiha, endamên Meclîsa Jinê ya Altona jî bi civînekê nîqaş kirin ku bê wê çawa karibin tevlî “Kampanya Malbata Xwişk û Bira” bibin. Jinan biryar girtin ku wekî destpêk malbatên xwe yên xwişk û bira diyar bikin, ji bo desteka madî û manewî pêş bixin jî dan xuyakirin ku wê xebatên xwe berfireh bikin. Ji berdevkên demê Hatîca Kaya got, “Di çarçoveya Kampanya Malbata Xwişk û Bira de tiştekî ku em bikin heye” û destnîşan kir ku her kesên xwedî wijdan bikevin nav liv û tevgerê.