Meclîsa Jinê ya Mizgîn kongreya xwe lidar xist

Meclîsa Jinê ya Mizgîn a li Bernê, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist û biryar da ku xebatên xwe yên dema nû li gorî ruhê pêvajoya siyasî dewam bike.

Meclîsa Jinê ya Mizgîn a li Bernê, kongreya xwe ya duyemîn lidar xist û biryar da ku xebatên xwe yên dema nû li gorî ruhê pêvajoya siyasî dewam bike.

Kongreya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê lidar ket, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di kongreyê de destpêkê notên hevdîtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin û jinan piştre li ser pêvajoya siyasî nîqaş meşandin. Di van nîqaşan de bal hat kişandin ser girîngiya pêvajoya siyasî û biryar hat dayîn ku xebatên dema pêş li ser vê esasê werin birêxistinkirin. 

Paşê rapora xebatên salekê ya meclîsê hat xwendin û nirxandin. Di encama hilbijartinên li kongreyê de ji bo komîsyonên perwerde, têkiliyên derve, PYD, FEDA, dayikên aştiyê û rêxistinbûyînê 26 jin hatin hilbijartin. Ji bo berdevkiya Meclîsê ya dema nû jî Aysel Baz, Fahriye Kaya û Sevgî Tûzlû hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.