Meclîsa Jinê ya HDP/HDK: Ti hukmê biryara we nîne

Meclîsa Jinê ya HDP/HDK: Ti hukmê biryara we nîne

Meclîsa Jinê ya HDP/HDK'ê, li hemberî erêkirina cezayê girtîgehê yê li hemberî Hevseroka HDP'ê û Parlamenter Sebahat Tûncel nerazîbûn nîşan da û got, "Ti hukmê biryara we nîne, nabe ku Sebahat Tûncel ji wezîfeya xwe bê wergirtin."

Meclîsa Jinê ya HDP/HDK'ê, li hemberî erêkirina cezayê girtîgehê yê 8 sal û 9 meh ji aliyê Dadgeha Bilind ve, nerazîbûn nîşan da.

Meclîsa Jinê ya HDP/HDK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Ev ne biryareke hiqûqî, ya siyasî ye." Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku biryar di salvegera komkujiya Roboskî de hatiye aşkerakirin û hat gotin, "Ev biryar nîşan dide ku hikûmeta heyî dixwaze Kurdan yan bişîne goristanê yan jî bişîne girtîgehê. Ev lîstika AKP ya şovenîst, dê êdî pêk neyê."

Meclîsa Jinê ya HDP/HDK'ê diyar kir ku ew li gel Tûncel e û got; "Ev biryara dadgeriya bi serdestiya mêr a li dijî Hevseroka me Sebahat Tûncel, biryarek li dijî tevahiya jinan e.

Ji ber ku Sebahat Tûncel di heman demê de weke jinekê, ji bo koalîsyona AKP-C ya mûxafazakar demokrat, mîna me hemûyan xeteriyeke potansiyel bû. Sebahat Tûncel dema weke parlamentereke jin a azadîparêz pantolon li xwe kir û çû Meclîsê, li Meclîsê sernixumandin parast, li dijî tundiya mêr a li hemberî jinê têkoşiya û têkoşîna azadiyê ya LGBT'yiyan li her derê û her tim parast.

Lewma Sebahat Tûncel em in. Ya ku tê darizandin, ya ku hat cezakirin têkoşîna me ya azadiyê ye."

Meclîsa Jinê ya HDP/HDK'ê ragihand ku rewatiya dadgehên ceza dane Tûncel ji aliyê rêveberên wan bi xwe tê nîqaşkirin û got, "Dadgehên ku bûne pêlîstokên desthilatdariyê û biryarên siyasî yên wan, ji aliyê me ve ti hukmê wan nîne."

Meclîsa Jinê ya HDP/HDK'ê got, "Em edaleta serdestiya mêr û biryara we ya şovenîst nas nakin."