Meclîsa Jinê ya BDP'ê ji bo doza Çewlîkê banga beşdariyê kir
Meclîsa Jinê ya BDP'ê ji bo doza Çewlîkê banga beşdariyê kir
Meclîsa Jinê ya BDP'ê ji bo doza Çewlîkê banga beşdariyê kir
Meclîsa Jinê ya BDP'ê, der barê doza darizandina 8 leşkerên Tirk ên dest avêtin keça 16 salî E.A. banga beşdariya li rûniştina dozê ya li Çewlikê kir.
Rûniştina doza 8 leşkerên Tirk ên li Çewlikê dest avêtin çeka 16 salî ya bi navê E.A, di 3'ê Îlonê (sibê) li Çewlikê destpê dike.
Têkildarî doza leşkerên tecawizkar Meclîsa Jinê ya Navenda BDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Meclîsa Jinê ya BDP'ê destnîşan kir ku destavêtin û destdirêjiya li dijî jinê, encama polîtîkayên înkar û komkujiya çandî û civakî ye û bang li hemû kesên hestyar kir ku li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin û tev li rûniştina dozê ku sibê li Çewlîkê bê dîtin bibin.
Meclîsa Jinê da zanîn ku ji bo vîna civakê lawaz bikin berî her tiştî êrîşî jinê dikin û dixwazin di şexsê jinê de civakê têk bibin û li ser civakê serdestî û desthilatdariya xwe ava bikin.
Meclîsê destnîşan kir ku ji ber destavêtin û destdirêjî bi destê serdest û mêtîngeran pêk tê, nayên darizandin û hesap ji wan nayê pirsîn. Meclîsa Jinê mînaka N.Ç jî da û diyar kir ku dewlet dixwaze van pêkanînên destavêtinê weke bûyerek ji rêzê nîşan bide û wekî ku bi riza xwe û daxwaza xwe pêk anîbe nîşan bide.
Meclîsa Jinê anî ziman ku peyvir û erka wan ewe ku van polîtîkayan û êrîşên li hemberî gelê kurd û Jinên Kurd pêk tê pûç û deşifre bikin û dê her tim li dijî vê hişmendiya feraseta zilam û serdestan têkoşîna xwe berdewam bikin.
Meclîsa Jinê bang li hemû mirovahiyê kir û xwest êdî li hemberî çanda destavêtin û destdirêjiyê bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin. Meclîsê xwest êdî her kes li hemberî vê pergalê dengê xwe bilind bikin û bêjin 'Êdî Bese!' xwe li dijî vê feraset û hişmendiyê bi rêxistin bikin. Jinan xwest her kes di 3'ê Îlonê de li Edliyeya Çewlikê tev li doza E.A bibin û têbikoşin.