Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî kongreya xwe pêk anî
Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî kongreya xwe ya 6'an pêk anî û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir.
Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî kongreya xwe ya 6'an pêk anî û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir.
Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî ku li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê ye, kongreya xwe ya 6'an organîze kir.
Di kongreyê de peyamên TAJÊ, Meclîsên Jinan ên Gulan Gulo, Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê hatin xwendin û piştre hevberdevk û endamên komîsyonê hatin hilbijartin.
Bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin û hate gotin, "Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê û Serok Apo azad bikin."
Di kongreyê de hate ragihandin ku meşa 8'ê Adarê wê bi amadekariya zêdeyî bîst saziyên jinan li Hannover Platz der Weltausstellungê pêk were.