Meclisa Jinan ya KESK’ê peyama piştevaniya bi jinên Rojava re da
Meclisa Jinan ya KESK’ê peyama piştevaniya bi jinên Rojava re da
Meclisa Jinan ya KESK’ê peyama piştevaniya bi jinên Rojava re da
Meclisa Jinan ya KESK’ê balkişande ser ku, li Rojava herî zêde jin û zarok mexdûrên şerin û peyama piştevaniya bi jinên Rojava re da.
Endamên Meclisa Jinan ya KESK’ê têkildarî şerê li Rojava û mexdûrên şer jin û zarokan li Serêkaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Beriya daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Azadî ya li Taxa M. Akîf Ersoy ku bi Serêkaniya bin xetê re sinore, gelek hêzên çevîk ên polîsan, panzer, akreb û wesayîtên TOMA derdora parkê dorpêç kirin. Polîsan bihinceta ewlekariyê destûr neda daxuyanî di parkê de bê dayîn û daxuyanî li nêzî parkê hate dayîn.
Li gel jinên KESK’ê, Meclisa Jinan ya BDP’a Serêkaniyê, Rêveberên BDP’a Serêkaniyê, Şaredarê Serêkaniyê Îsmaîl Arslan, endamên meclisa şaredariyê, Nûnertiya Egîtîm Sen a Serêkaniyê û gelek jinên taxê tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê jinan pankartên “Şer ji bo jinan mirin e, hejarî, birçîtî, feqîrî, koçberî, tacîz û tecawiz e”, “Li dijî tundiya zilam û şer bijî tekoşîna wekhevî, azadî û aştiyê ya jinan” vekirin û dowîzên “Jin şer naxwazin”, “jin, jiyan, azadî”, “Em jin in, dayîk in, alîgirê aştiyê ne” hilgirtin.
Sekretera Giştî ya SES’ê Bedriye Yorgûn li ser navê Meclisa Jinan ya KESK’ê daxuyanî xwend û bibîrxist ku, di hemû şeran de ên ku herî zêde bedel dane û mexdûr bûne jin û zarokin. Yorgûn got: “Şer ji bo me tê wateya sorkirina êrîşkariya zilam, cînayetekî ku hemû jiyana me dorpêç dike, tacîz û tecawiz dike ye.” Yorgûn destnîşan kir ku, ew weke jinên welatekî ku 30 salan şer lê didome, her wiha diltirsin ku ev 8 mehe dengê mirinê nehatiye dîsan vegere û li Sûriyeya ku du sale şer lê didome êrîşekî emperyalîst rû bide.
Yorgûn anî ziman ku, “Hikumeta AKP’ê ji destpêkê ve alîgirê şerê li Sûriyeyê ye. Ji bo alîkariyên mirovî deriyan digire, her wiha ji bo çete û bazirganên jinan bûye xana derbazbûnê. Desthilatdariya AKP’ê ku alîgirtiya şer dike, li hemberî gunehbarî û sûcên li hemberî jin û zarokan tê kirin bêdeng dimîne, dibêjî qey teşwîq dike.”
Yorgûn êrîşa emperyalîst ya tê plankirin li Sûriyeyê bêkirin şermezar kir û pêwîste Tirkiye dest ji alîgirtiya şerê ya li Rojhilata Navîn têkirin berde û ji bo demokratîkbûyînê tedbîrên zagonî û makezagonî bigire. Di dema ku jinan daxuyanî dida de, komek ji kesên li Serêkaniya Rojava hatin gel hev û bi îşaretên serkeftinê silav dan.