Meclîsa Jinan a Rozerîn kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist

Meclîsa Jinan a Rozerîn a li bajarê Dortmûndê kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist.

Meclîsa Jinan a Rozerînê ya li Dortmûnda Elmanyayê bi beşdariya 40 delegeyan kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist. Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinên kongreyê de damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin bibîranîn.

Di dûmahîka axaftinan de du jinên Kurd ên ku li Elmanyayê li bajarê Aachenê hatibûn qetilkirin, dayîka Taybet a ku ji aliyê dewletê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê mabû û zaroka 10 salî ya bi navê Cemîle Çagirga ya ku bi gulereşandina wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest dabû jî ji aliyê meclîsê ve hate bibîranîn û hate diyarkirin ku ew ê li hemberî vê feraseta qirêj bi awayekî çalak têbikoşin.

Delegeyan xebatên salekê nirxandin û têkildarî xebatên xwe û geşkirina xebatan nîqaşê kûr û berfireh kirin.

Di heman demê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî banga têkoşînê hate kirin.

Di kongreyê de meclîsek hate avakirin a ku ji 30 kesan pêk tê û ji bo darizandina qatîlên 3 jinên şoreşger ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin banga meşê hate kirin.