Meclîsa Jinan a Ronahî 2. kongreya xwe pêk anî û diyar kir ku jin divê li hemû qadan bi awayên meclîs û komunan xwe rêxistin bikin. Her wiha têkildarî pirsgirêkên qelen, zewaca bi zorê de jî ketin nava lêgerînên çareseriyê.
ANF
HANNOVER
duşem, 27 avrêlê 2015, 11:04
Meclîsa Jinan a Ronahî 2. Kongreya xwe pêk anî û diyar kir ku jin divê li hemû qadan bi awayên meclîs û komunan xwe rêxitsin bikin. Her wiha têkildarî pirsgirêkên qelen, zewaca bi zorê de jî ketin nava lêgerînên çareseriyê.
Li bajarê Hannover a Elmanyayê, Meclîsa Jinan a Ronahî 2. Kongreya xwe pêk anî.
CIVAKA DEMOKRATÎK A LI SER ESASÊ JINÊ
Di kongreyê de geşedanên siyasî, hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, pêvajoya çareseriyê û rola jinê hat nîqaşkirin. Her wiha hat diyarkirin ku divê meclîs û komun li hemû qadan rêxistinbûna xwe bikin. Hat destnîşankirin ku her jin bi îradeya xwe ya xweser dikare rêxistinbûna xwe biafirîne û wiha hat berdewamkirin: “Li Meclîsan li ser esasê jinê mîsyona jinan a di jiyana civaka demokratîk de gelek girîng e.” Her wiha di kongreyê de ji bo pirsgirêkên qelen, zewaca bi zorê jî, ji bo çareserî ketin nava lêgerînê.
Di kongreyê de biryar hat dayîn ku ji bo jinên ciwan û zarokan divê derfetên xebatên çand û perwerdeya ziman bê afirandin û tevî vê komîsyonên têkiliyên derve, perwerde, aştî, bawerî û edaletê jî hatin xurtkirin.