Meclîsa Jinan a PYD’ê 2’emîn Kongreya xwe pêk tîne

Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Bi rêxistin û pêşengtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser ji bo mîsogeriya Sûriyeke demokrat bisepînin" 2’emîn Kongreya xwe pêk tîne.

Kongreya ku li Rimêlanê pêk hat, ji gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 225 delege tevlî bûn.

Salona Kongreyê bi wêneyên şehîdan; Şîlan Cûdî, Hevrîn Xelef, dayika Eqîde, Zehra, Emîne û Hebûn, her wiha pankartên "Jina azad pêşenga civaka demokratîk e”, “Şehîdên me felsefeya jiyana azad in" hatin xemilandin.

Hevseroka PYD’ê Eyşa Hiso di kongreyê de axivî û ev got: “Jinan ji bo bidestxistina mafên xwe gavên mezin avêtin û fedakariyên bêhempa dan û berxwedaneke ku ji tevahiya cîhanê re bû nimûne, nîşan da. Ji ber wê li ser bingeha erka exlaqî divê em têkoşerên mîna Şîlan, hevalên wê, Hevrîn Xelef, dayika Aqîde, Zîlan Ereb endamên partiya me û şehîdên Kongreya Star Zehra, Hebûn û dayika Emîne bi bîr bînin. Wan hemûyan canê xwe ji bo doza jinan feda kir.”

Eyşa axaftina xwe wiha domand: “Divê em jî li vî welatî yê ku ji ber mudexeleyên derve temenê aloziya wî dirêj bû, dîrokê çêbikin. Heke em vegerin destpêka aloziyên Rojhilata Navîn, ji Tunirês bigire heta bigihêje Misri û Sûriyê, ji ber nakokiyên berjewendiyên cîhanê li Rojhilata Navîn careke din aliyên cuda derketin. Cudahî û dijberî di navbera siyasetên cihanê de li Rojhilata Navîn destpê kirin û lûtkeya wan nakokiyan li Sûriyê bû û ew jî asta nakokiya xwîndar zêde kir.”

Eyşa Hiso behsa amûrên dewletên sponserên terorê li Sûriyê kir, di sêrî de dewleta Tirk, ku sînorên xwe yên başûr li pêşiya komên çeteyan vekirin, bi armanca ku demografiya herêmên li ser sînor biguherîne. Eyşe da zanîn ku di encama wan siyasetên kirêt û binpêkirinan de, alozbûna nakokiya di navbera hikumeta Şamê û opozîsyonê de, pêwîstî bi xeteke sêyemîn hebû û PYD xwedî li vê xetê derket.

Her wiha Eyşe Hiso di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Ji bo parastina bajarên Sûriyê û binesaziya wê ji wêraniyê û tunekirina pêla terorê, rêveberiyên xweser li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin rûniştandin. Lê dewleta Tirk ji vê yekê aciz bû û çeteyên xwe şandin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.”

Eyşe Hiso piştrast kir ku pêvajoya heyî ya ku herêm tê re derbas dibe gelek hesas û xeter e. heke pêkhateyên herêmê nebûn ye, wê bayê wêraniyê û parçebûnê li herêmê bixe.

Têkildarî lidarxistina kongreyê Eyşe got: “Lidarxistina kongreyê di vê pêvajoya dîrokî de gelekî girîng e. Em ê mijarên girîng ên girêdayî mafên jinan, rola wê, destkeftiyên ku bi destxistine, meclisa wê ya giştî di nav PYD`ê de û projeya biratiya gelan nîqaş bikin. Meclisa Jinan a PYD`ê hewl da rola jinê di civakê de vejîne. Têkilî bi tevahiya rêxisitnên jinan re li ser asta Rojhilata Navîn ava bike da ku wekheviyê pêk bîne, astengiyên siyasî, aborî, civakî û fikrî yên li pêşiya rizgarkirina jinan, derbas bike.”

Eyşa wiha pê de çû: “Ji destpêka damezirandina partiyê ve, me rola jinan di pêkanîna guhertinê de û bandora wê li ser xebata siyasî bi taybet ku partiya me neteweya demokratîk ji xwe re dike bingeh, piştrast kir. Jinê gelek fedekarî dan hate ku gihaşt vê astê û di tevahiya qadan de bê westan cih girt.”

Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku kongre mijarên tundiya li dijî jinan û sûcên ku li dijî wan têne kirin, çawaniya çalakkirina rola jinan di tevahiya waran de, rakirina tevahiya astengiyên ku di civakê de rastî wê tên, werin nîqaşkirin.

Piştî axaftina Hevseroka Meclîsa Jinan a PYD’ê Ayşe Hiso, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hêvî Seyid axivî û wiha got: "Têkoşîna jina Kurdistanê tevahî planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî civak û jinan, êrişên herêmî û navneteweyî yên li dijî vîna jinan şikandin. Her wiha jinên di Meclisa Jinan a PYD’ê de ked ji bo siyasetê bi zîhniyeta jin û vîna azad da."

Li ser navê Kongryea Star Remziye Mihemed axivî û Kongreya 2’yemîn a Meclîsa Jinan a PYD’ê pîroz kir û piştrast kir ku hêza jinan wê zîhniyeta desthilatdar a ku bi her awayî hewl dide jinan ji bikaranîna siyaset û dayîna nêrîna xwe bi dûr bixwe, biguherîne. Divê jin ji bo mecala siyasî û xwerêxistinê bixebitin da ku bigihînin çareseriyan ji aloziya Sûriyê re û rizgarkirina herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Mihemed axivî û wiha da zanîn: "Merheleya ku herêm tê re derbas dibe pir girîng e, destwerdanên herêmî û navneteweyî hene. Ji lewre heta ku em xwedî nêrîn bin, divê ji bo têkbirina tevahî planan bixebitin. Ji ber dewletên dîktator di destpêka êrişên xwe de jin û şoreşa Bakur û Rojhilata Sûriyê hedef girt. Jinên li van herêman her tim bûn hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê, bo nimûne Hevrîn Xelef, Hebûn, Zehra, Dayika Eqîde û bi hezaran şervanên YPJ’ê."

Li ser navê Koordînasyona Gaziyan Rêvan Mihemed, tevahiya şervanên jin ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne bi bîr anîn û got: “Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahiya waran de nesaxim warê leşkerî tê koşiya. Li Rojhilata Navîn û cîhanê bû nimuneya jina berxwedêr. Zîhniyeta kapîtalîzmê ya ku rê li pêşiya bikaranîna jinê mafên xwe digirt, şikand.”

Rêvan di nava gotinên xwe de hêvî kir ku kongre encamdar be, ji pirsgirêkên jinan re bibe bersîv û biryarên wê ji tevahiya rêxistinên jinan re bibin perspektîf.

Kongre bi xwendina rapora salane ya Meclîsa Jinan a PYD`ê didome.