Meclîsa Jinan a Marsîlya piştgirî dan grevê

Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlya ji bo piştevaniya bi berxwedêrên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan re bikin, li dijî bêdengiyê çalakiya ‘dengê xwe bilind bike’ pêk anîn.

Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlyayê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên grevên biçîbûnê bi dirûşma ‘Li dijî bêdengiyê dengê xwe bilind dikin’ lidar xist. Jinên ku saet 14:00’an li Qada Vîeûx Portê hatin ba hev, bi dirûşmên ‘Jin, jiyan azadî’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ qîrkirin çalakî kirin. Jinan gelek belavok belavkirin û raya giştî ya Fransa agahdar kirin.

Jinan li vir ragihand ku wê her roja Çarşemê çalakiyê lidar bixin. Dîsa banga tevlîbûna çalakiya 8’ê Adarê ku wê 6’ê Adarê li Qada Canabîerê bê lidarxistin kir.