Meclîsa Jinan a KCD'ê kuştina Harman şermezar kir

Meclîsa Jinan a KCD'ê kuştina Harman şermezar kir

Meclîsa Jinan a KCD'ê kuştina endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya navçeya Stenbol Kuçukçekmeceyê Neslîhan Harman ku dema diçû qada mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji aliyê hevserê xwe yê berê hat kuştin bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî ku 10 sal in ji hev cihê bûne jî, kuştina hevala Neslîhan Harman ji aliyê hevserê xwe yê berê ve di rojeke bi vî rengî ya têkoşînê de, em bi nefret şermezar dikin. Her mêrê li jinê tundiyê bike, wê têkoşîna jinê li pêşberî xwe bibîne."

Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji Harman re rehma Xwedê û ji malbat û hevalên wê re jî sersaxî xwest. Meclîsa Jinan a KCD'ê destnîşan kir ku ewê li dijî kuştinên jinan têkoşîna xwe mezintir bikin.