Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê hate avakirin

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê bi dirûşma ‘Ji bo azadiya xwe, xwe birêxistin dikin, bi ruhê Denîzan ber bi azadiyê dimeşin’ îlana xwe ragihand.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma ‘Ji bo azadiya xwe, xwe birêxistin dikin, bi ruhê Denîzan ber bi azadiyê dimeşin’ îlana xwe ragihand. Bernameya ku li otelekê pêk hat, Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Tevgera Jinên Azad (TAJ), li gel Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn û Semra Guzel gelek jin amade bûn.

Bername li salona otelê pêk hat, wêneyên Denîz Poyraz , pankarta bi nivîsa ‘Ji bo azadiya xwe, xwe birêxistin dikin, bi ruhê Denîzan ber bi azadiyê dimeşin’ hate vekirin.

Jinên ku bi cil û bergên Kurdewarî amade bûn, li ber stranan govend gerandin.

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li vir axivî û diyar kir ku HDP bi rêyên demokratîk nikarin asteng bikin û got: “Di serî de hêzên kûr û qirêj jin û partiya me dikin hedef. Ji bo jinan dibêjin ku; ‘Têkoşîna azadiyê nedin, sîstema xwe ava nekirin, an jî em ê we bikin hedef.’ Vekişîna ji Peymana Stenbolê vê fam dikin. Bi vê planê sîstema hevserokatiyê dikin hedef, dibêjin, ‘Têkoşînê nekin’.”

Başaran diyar kir ku jin baş dizanin bê ka AKP-MHP dixwaze çi bike û got: “Jin ne tenê ji bo xwe, têkoşînê dike ku ji bo ji vê siyasetê rizgar bibin, têkoşînê dike. Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li dijî tundî, şer û polîtîkayên rantê, têkoşînê bike. Peyama me ya ji Amedê ew e ku em ê têkoşînê mezin bikin, bi ronahiya Denîzan deng bidin vê siyasetê.”

Piştî axaftinan û şûnde jinan bi yek dengî dirûşma ‘Jin, Jiyan û Azadî’ qîr kirin.