Polîsên Tirk li Akdenîzê êrîşî welatiyan kir
Polîsên Tirk êrîşî çalakiya protestoyî ya li hemberî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û desteserkirina şaredariyê hate lidarxistin, kir.
Polîsên Tirk êrîşî çalakiya protestoyî ya li hemberî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û desteserkirina şaredariyê hate lidarxistin, kir.
Binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç û Hîkmet Bakirhan û desteserkirina şaredariyê, li taxa Yenîpazar hatin protestokirin. Girseya ku li pêşiya avahiya rêxistina navçeyê ya DEM Partiyê li hev kom bû ku parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrsînê Alî Bozan û Perîhan Koca jî di nav de bû, xwestin seredana esnafan bikin. Pêşiya girseya gel li ber avahiya navçeyê ji aliyê sedan polîsî ve hate girtin. Girse hate dorpêçkirin. Polîsan diyar ku ew ê destûrê nedin seredana ji bo esnafan û êrîşî girseya ku xwest bimeşe, kir. Girseyê bi berzkirina dirûşmeya ‘’Zext nikarin me têk bibin’’ bersiv da êrîşa polîsan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca li hemberî êrîşa polîsan nerazîbûnên xwe nîşan da û ev yek anîn ziman: "Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê bi zanebûnî sûcan dike. Hûn sûcê Qanûna Bingehîn dikin. Tu rayeya van polîsên li hemberî me hatine bicihkirin, tune ye. Destûrê nadin seredana esnafan jî. Polîsên ku bi fermanan kar dikin, bila li FETO’yê binêrin bê ka çi hate serê wan. Terora herî mezin ya Qesrê ye. Ev nemerdiyeke pir mezin e."
Polîsan careke din êrîşî girseyê kir û di encama êrîşa polîsan de gelek welatî birîndar bûn.
Berxwedana girseyê berdewam dike.