Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em li qadan e

Meclîsa Jinan a HDP'ê 1'ê Adarê dest bi çalakiyên ji bo 8'ê Adarê dike. Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê wê mohra xwe li çalakiyan bixin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê îsal bi dirûşma "Ji bo em bijîn û bidin jiyîn, ji bo maf û jiyana me, em ê 8'ê Adarê li qadan bin" pêşwazî dike. Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê wê bi rengekî hevdem ji 1'ê Adarê çalakî dest pê bikin û heta hefteyekê bidome.

MÎTÎNG, PANEL, MEŞ, SERDAN Û ŞANDINA KARTAN

Meclîsa Jinan, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de wê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê mîtîng, panel, meşên bi şev, serdana taxan, kombûna jinan û şandina kartan ji girtiyên jin re organîze bike.

WÊ XWEDÎ LI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DERKEVIN

Meclîsa Jinan a H DP'ê wê daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdê li xwepêşandanên 8'ê Adarê bînin ziman û bala civakê bikişînin ser mijarê.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got, "Ji salên bihurî cudatir, em ê îsal berxwedana grevên birçîbûnê û têkoşîna daxwazên wan mezintir bikin. Li dijî tundiya mêr û dewletê ya li ked û bedena jinê, em ê dengê xwe li qadan bilind bikin. Çalakiyên me hemû wê bi vê perspektîfê pêk werin."

Taşdemîr bang li jinan kir ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin û got, "Em bang li jinan dikin ku dakevin qadan, tevlî çalakiyan bibin, hem xwe, hem civakê, hem jî qada xwecihî biparêzin."