Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê polîtîkayên qirêj ên desthilatdariyê teşhîr bikin!

Meclîsa Jinan a HDP’ê got ‘Sûcê îstîsmara zayendî ya li Colemêrgê ne munferît e’ û diyar kir ku wê jin dev ji vê bûyerê bernedin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Li vî welatî her roj cînayeteke jinan û îstîsmara zayendî tê kirin. Êdî diyar e ku ewlehiya can a jin û zarokan nemaye. Ji ber polîtîkayên desthilatdariya mêran a AKP û MHP’ê ya li dijî jin û zarokan êrişên şîddet, tacîz, tecawiz û îstîsmarê zêde dibe. Betalkirina Peymana Stenbolê û di êrişên li dijî jin û zarokan de dema ku li delîlên şênber tê gerandin, nîşana sereke ya vê dijminatiyê ye.

Di nûçeyan de derket holê ku li Gevera Colemêrgê hêzên ewlehiyê li ser  hin zarok û ciwanan îstîsmara zayendî kiriye û têkiliya bi mêrên din re jî li ser wan hatiye ferzkirin. Derbarê vî sûcî beyanên zarok û ciwanan heye lê kesên ku li hemberî van beyanan nakevin tevgerê û dixwazin ser vî tiştî bigirin, divê baş bizanibin ku wê jin dev ji vê bûyerê bernedin. Me berê jî nûçeyên wisa dîtin. Em baş dizanin ku sûcê têkiliya zayendî ya bi darê zorê polîtîkaya şerê taybet e ya ku bi destê dewletê tê kirin. Hêzên ewlehiyê bi polîtîkayên ku ceza neyê dayîn tên xelatkirin û vî cesaretî ji desthilatdarî û daraza wê ya mêrane distînin. Divê desthilatdarî baş bi vî tiştî bizanibe, ev polîtîkayên şerê taybet bi salan hate ceribandin lê encam nestend, wê nestîne jî.

Em Meclîsa Jinan a HDP’ê em ê li her derê vê polîtîkaya qirêj a desthilatdariyê teşhîr bikin. Dema ku li ser jin û ciwanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve îstîsmara zayendî tê kirin û têkiliya zayendî li ser wan tê ferzkirin, em ê li hemberî vî tiştî bêdeng nemînin.”