Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê AKP-MHP'ê ji desthilatdariyê bixînin

Meclîsa Jinan a HDP'ê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî da û destnîşan kir ku heta rejîma AKP-MHP'ê ji desthilatdariyê bixînin wê têkoşîna xwe bidomînin. Meclîsê ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir.

Ji Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Koordînasyona Jinan a têkildarî êrişên qirkirina siyasî û endamên Koma Jinê ya Parlamentê li navenda giştî daxuyaniyek dan. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevseroka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû û Hevseroka Giştî ya DBP'ê jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji 20 kesên hatin destgîrkirin 8 jin in û wiha hat gotin: "Ev hevalên me yên jin, ekolojist, akademîsyen, femînîst û jinên ciwan ên têkoşîna jinên kurd bireve dibin. Yanî ev hevalên me nûnertiya pirrengiya HDP'ê dikin."

Başaran di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Dema ku Kobanê di bin êrîşa DAÎŞ'ê de bû, desthilatdariya AKP'ê, tenê lê temaşe dikir. Desthilatdariya ku îro ji me hesab dixwaze, piştgirî dida DAÎŞ'ê, alîkarî asteng dikir, hemû sînor girtibûn û Erdogan digot 'Kobanê ket, li ber ketinê ye'. Piştî vê gotina Erdogan çalakiyan dest pê kir. Lê ligel vê jî ev çalakî çalakiyên demokratîk bûn. Çawa ku hêzên paramîlîter xistin qadan ev çalakî terorîze kirin."

'OPERASYONA TOLHILDANÊ'

Başaran diyar kir ku li dijî kesên ev çalakî provoke kirin gavek nehatiye avêtin û got, "Desthilatdarî bi daraza ku teslîm girtiye, li dijî HDP'ê operasyonên tolhildanê dimeşîne. Li Kobanê bi pêşengiya jinan têkoşîneke mezin hate meşandin. Bi vê operasyonê hemû sûcên xwe, siyaseta xwe ya şer, siyaseta xwe ya rantê, dijminantiya xwe ya li jinê, xwezayê û ekolojiyê derxistin holê. Bi vê operasyonê xwestin ku tola 7’ê Hezîranê, 1’ê Mijdarê û 31’ê Mijdarê ji HDP’ê hilînin."

'ÊRÎŞ LI DIJÎ VÎNA JINAN E'

Başaran anî ziman ku ev êrîşa li dijî HDP’ê di heman demê de êrîşa li dijî vîna jinê ye û wiha pê de çû: "Hemû êrîşên di 5 salên dawî de yên li dijî HDP’ê, di heman demê de êrîşên li dijî piştevanî û rêxistinbûyîna jinê ye. Êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye. Ji ber ku HDP polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinan deşifre dike, dibe hedefa van êrişan. Jinan hemûyan ev êriş li dijî xwe dîtin û hêzên demokratîk ev operasyona qirkirina siyasî şermezar kirin. Bûn dengê HDP’ê. Haya jinan ji êrişan hemûyan heye. Peyama li dijî van êrîşan 'li ber xwe nedin û nebin pêşengê têkoşîna li dijî vê' dibin me."

 'EMÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'

 Başaran destnîşan kir ku ev êrîş ji navendekê tên birêve birin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Desthilatdarî dixwaze HDP’ê bi tenê bihêle, bike hedef û krîmînalîze dike. Da ku karibe xwe li ser piyan bihêle û desthilatdariya xwe dewam bike. Em jin, li dijî siyaseta ku parçe bike û birêve bibe, bûne yek. Emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em bawer dikin ku siyaseta serdest a zilam, teqez wê winda bike."