Meclîsa Jinan a HDP’ê civiya

Meclîsa Partiyê ya Jinan a HDP’ê piştî kongreya asayî ya 3’êmîn a di 11’ê Sibatê de, cara pêşîn li Navenda Giştî ya HDP’ê kom bûn.

Di civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de wê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û ji bo serdema nû plansazî were kirin.

Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan di civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de axivî û diyar kir ku kongreya 11’ê Sibatê xurt derbas bûye û got, “Kesên ku ev kongreya me nehate hesabê wan, dest bi operasyonan kirin.”

Bûldan axaftina xwe wisa domand: “Ew ê têkoşîna me li qadan bidome. Kongreya me gelekî xurt derbas bû, ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû jinan dikim.  Piştî kongreya me dest bi operasyonan hate kirin. Li pêşiya me Newroz û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê heye. Ez û rêhevalên xwe yên jin ên HDP’î em sozê didin ku di her qada jiyanê de em ê li ser piyan bin. Ez ji dil û can bawer dikim ku, wê têkoşîna jinan a azadiyê bi ser bikeve.”

WÊ SIBÊ LIJNEYA RÊVEBIR A NAVENDÎ WERE HILBIJARTIN

Wê sibê hemû endamên Meclîsa Partiyê werin ba hev û ew ê Lijneya Rêvebir a Navendî hilbijêrin. Di serê hefteyê de jî wê HDP’ê civîna Koma Meclîsê pêk bîne û ew ê ji bo Wekîltya Serokatiya Meclîsê ji dêvila Pervîn Bûldan kesek were hilbijartin.