Meclîsa Jinan a HDP’ê: Cilên yekreng’ karê rejîmên faşîst e

Meclîsa Jinan a HDP’ê îro têkildarî Biryarnameya di Hukmê Qanûnan daxuyaniyeke nivîskî weşand ya ku bi hejmara 696’an îro di Rojnameya Fermî de hate weşandin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî cilên yekreng ê ku dewleta Tirk dixwaze di girtîgehan de pêk bîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em li hemberî feraseta yekparêz a ku dixwaze li girtîgehan li ser girtiyan cilên yekreng ferz bike, li ba girtiyan in û em diyar dikin ku em ê vî tiştî qebûl nekin.

Êdî em dizanin ku hemû biryarên darazê ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan tê dayîn. Bi Biryarnameya di hukmê Qanûnan de a ku îro hate weşandin tê dîtin ku Tirkiye bûye welatekî ku tola xwe ji her tiştî distîne. Serokê Giştî yê AKP’ê bi bêhiqûqî, qetlîam, zext û pêkutiyên li ser xweîfadekirinê dixwaze trawmayên nû li ser civakê pêk bîne.

Bi cil û bergên yekreng tê xwestin ku mirov bêyî ku werin darizandin sûcdar werin îlankirin. Ev pêkanîn îşkence ye, ceza ye û pêkanînên rejîmên faşîst e.

Lê em dizanin ku kesên ev îşkence kirine, di dîroka siyaset û hiqûqê de winda bûne. Ne hewce ye ku mirov dûr biçe, di 12’ê Îlonê de girtiyên şoreşger di girtiyan de Kenan Evren û darbekarên wî di dîrokê de tune kirine.

Em baweriyê bi vî tiştî tînin, mirovayetiya mezin wê li hemberî siyaseta AKP’ê edaletê biparêze. Di girtîgehan de jî wê xwedî li rûmeta mirovayetiyê were derketin.”