Meclîsa Jinan a HDP’ê bi hunermend û şanogeran re rûnişt

Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya ‘Kampanyaya edaletê ya ji bo Jinan’ bi hunermed û şanogeran re rûnişt.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di çarçoveya ‘Kampanyaya edaletê ya ji bo jinan’ de li atolyeya Zanaatê ya li Taksîmê bi hunermend û şanogeran re rûnişt.

Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût, parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum û endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê jî tevlî vê civînê bûn.

Başaran diyar kir ku ew di çarçoveya kampanyayan de li gelek derên Tirkiyeyê bi jinan re rûdinên û bal kişand ser vî tiştî ku di şewbê de problemên jinan zêde bûye. Başaran diyar kir ku di vê pêvajoyê de herî zêde bandor li hunermend û şanogeran hatiye kirin.

Piştî axaftina Başaran civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.