Meclîsa Jinan a HDP’ê bang li hemû jinan kir

Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku wê li dijî hemû êrîşên li ser jinan wê xwe birêxistin bikin û got ku “Hevgirtin û têkoşîna me, ew ê me li ser pêyan bihêle.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi navê ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ kampanyayeke mehane dabû destpêkirin. Meclîsê derbarê kampanyayê daxuyanî da.

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, parlementera HDP’ê Pero Dundar, Hevseroka Bajêr a HDP’e ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik, hevserokên bajêr ên DBP’ê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê tevlî daxuyaniya li Ofîsa Amedê bûn.

LI HER QADÊ EM Ê XWE BI RÊXISTIN BIKIN

Hevseroka Bajêr a HDP’e ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik diyar kir ku wan li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan kampanyayek dane destpêkirin.

Uyanik bal kişand ser vî tiştî ku bi beşdariya HDP, HDK û KCD’ê wan bi navê ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ kampanyayek dane destpêkirin û wê ev kampanya mehekê bidome.

Uyanik got ku, “Li dijî qanûna îstîsmarê ya di meclîsê de em ê bibêjin îstîsmar nayê efûkirin. Li dijî vê qanûna înfazê ya ku tê wateya dijminatiya li ser jinan em ê li kolanan binin. Em dibêjin hevserokatî xeta me ya mor e û em ê destûrê nedin ku qeyûm bajarên me bikin bajarên mêran. Em jin em dizanin ku em bibin yek em ê xurt bin. Bi saya têkoşîn û hevgirtina xwe em jin dikarin li ser pêya bimînin. Em bang li hemû jinan dikin; werin em bi saya têkoşîna xwe li ser serweriya mêran bibin tirs. Tekane armanca van êrîşan heye, ew jî ev e ku me jinan bidin melisandin. Lê divê were zanîn ku em jin em ê ji bo jiyaneke azad li ber xwe bidin û têkoşîna xwe geştir bikin.”

Daxuyanî bi sloganên ‘Jin, jiyan,azadî’ bi dawî bû.