Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, serdana Partiya Saadetê kir
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya serdanên xwe yên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo dabû destpêkirin, îro serdana Şaxa Jinan a Partiya Saadetê kir.
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya serdanên xwe yên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo dabû destpêkirin, îro serdana Şaxa Jinan a Partiya Saadetê kir.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), serdanên xwe yên piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de hat kirin, bi partiyên siyasî yên jin re didomîne.
Meclîsa Jinan îro serdana Şaxa Jinan a Partiya Saadetê kir. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, di dema serdanê de daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku heyeta Şaxa Jinan a Partiya Saadetê destnîşan dike ku civakîbûna vê pêvajoyê gelek girîng e.
Halîde Turkoglu, her wiha da zanîn ku endamên Partiya Saadetê destnîşan dikin ku ew piştgirî didin pêvajoyê û serdanên tên kirin girîng dibînin.