Meclîsa Jinan a BDP'ê xwest Çekîn bê cezakirin
Meclîsa Jinan a BDP'ê xwest Çekîn bê cezakirin
Meclîsa Jinan a BDP'ê xwest Çekîn bê cezakirin
Meclîsa Jinan a BDP'ê, îxrackirina Alîkarê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn têrker nedît û got, "Heta ku ew kes cezayê herî mezin bixwe, emê têkoşîna xwe dewam bikin."
Meclîsa Jinan a BDP'ê der barê Alîkare Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn ku duh bi îdiaya destdirêjiya, xuşkên M. A. û S. A. hatibû binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Meclîsa Jinan a BDP'ê got: "BDP her tim li hember kirinên ku raste rast bi destê dewletê pêk tên an jî ji kesên ku di nav civakê de dejenere bûne yên wekî destdirêjî, îstîsmara zayendî, her tim sekneke zelal nîşan daye. Çawa ku me li hember destdirêjiya 8 çawişên pispor a li Çewlikê ku li hemberî zaroka 14 salî pêk hatibû, li Sêrtê zarokên dibistana seretayî ku bi destdirêjiya bi sedan leşker û karmendên dewletê re rû bi rû mabûn, zarokê ku li Mêrdînê di kursa Quranê de bi destdirêjiya mamosteyê xwe re rû bi rû mabû tu caran tawîz nedan, em li hember destdirêjiya ku li Sêrtê li hember du xuşkên 17 û 13 salî pêk hatiye, bi heman seknê dij derdikevin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku destdirêjî bi destê Alîkarê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn pêk hatibe ev nayê wê wateyê ku dê ser bûyerê bigirin, berovajî vê yekê dê helwesteke hişktir nîşan bidin û wiha hat gotin: "Ji hemû kesî zêdetir kesekî di partiya me de dixebite baştir dizane ku em tecawizkaran di nav xwe de nahêlin. Gelê kurd bi taybet jî jinên kurd, ji bo li hemberî hemû sûcên îstîsmara zayendî, têbikoşin siyasetmedaran hildibijêrin. Divê ne ku siyasetmedarekî di partiyê dixebite, endamekî partiyê yê ji rêzê jî, ti carî vê rastiyê ji bîr neke."
Meclîsa Jinan a BDP'ê bi bîrxist ku wekî meclîs heta niha her tim li hember destdirêjiyê têkoşiyane û got: "Me ti caran li hember destdirêjiyê ku li vê erdnîgariyê bûye weke çandeke, serî netewand û em serî natewînin. Ji ber rêgezên partiya me, em îxrackirina Alîkarê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn wekî biryareke mafdar û mecrbûrî dibînin. Lê em tenê bi vê sînorkirî namînin. Em bi tu awayî li hember ked û têkoşîna gel, vê kirina bê rûmet qebûl nakin.Heta ku ew kes cezayê herî mezin bixwe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê dewlet jî peywira xwe bîne cih. Divê dewlet bi parastina tecawizkaran re nebe hevkarê sûc û dawî li van pêkanînan bîne. Em ji niha ve bêjin wekî dozên din di vê dozê de jî biryara ku 'daxwaz hebû' qebûl nakin. Di îstîsmara zayendî ku li hember zarokan pêk tê de, riza nayê qebulkirin. Ger rizayek hebe ev jî rizaya dewletê ku li hember tecawizkaran nîşan dide ye û bi ti awayî em vê rizayê jî qebûl nakin."