Meclîsa Jinan a BDP'ê: Bila cerdevanî bê rakirin

Meclîsa Jinan a BDP'ê: Bila cerdevanî bê rakirin

Meclîsa Jinan a BDP'ê bal kişand ser hovîtiya destavêtin û destdirêjiya cerdevanan a li Kurdistanê û xwest, zêdekirina hejmara cerdevanan bê rawestandin, cerdevanî were rakirin û cerdevanên sûç kirine, bên cezakirin.

Meclîsa Jinan a BDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî xwest, pergala cerdevaniyê ya ji sala 1985'an û vir ve tê bikaranîn, bê rakirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, cerdevanên hejmara wan a îro li gora 80 hezarî ye, di binpêkirinên mafan ên şerê qirêj, kuştinên kiryar nediyar, destavêtina jinê yên li Kurdistanê, aktorên sereke ne û hat destnîşankirin ku, cerdevanî veguheriye navgîneke gunehkariyê.

Di daxuyaniyê de bi taybetî bal hat kişandin ser gunehên li dijî jinan hatine kirin û hat gotin; "Eger pergala cerdevaniyê hebûya, ne li xwezayê ne jî li jiyana civakî ewçend xerabî nedibû.

Li erdnîgariya Kurd, binpêkirinên mafan ên ji ber hovîtiya cerdevanan, gihaştiye wê radeyê ku mirov êdî nikarin xwe lê rabigirin. Ti rojek tineye ku cerdevan tê de guneh nekiriye. Ji bo 80 hezar kesên çekdar ên xwedî rêxistinbûyînek mîna JÎTEM'ê ne, pêkanînên kêfî û komkujiyên mîna Gundê Zanqirtê ya navçeya Mêrdîn Şemrexê, gelekî ji rêzê tên dîtin. Kuştin, birîndarkirin, revandina jin û zarokan, destavêtina zarokên keç û jinan, sirgunkirina mirovan û destdanîna ser axa wan, qeçaxçitiya çekan, şewitandina gund û daristanan, dozên xwînê û pêkanînên dijî mirovahiyê yên jiyana rojane diherimînin, ji bo van cerdevanan bûne jiyaneke rojane û ji rêzê.

Hebûna cerdevanan bi taybetî jiyanê li jinan diherimîne û dike dojeh. Cerdevan bi çeka dewletê ya di dest de, zarokên keç direvînin, bi rêya destavêtinê wan neçarî zewacê dikin, bi awayekî komî dest li jinan werdidin. Cerdevan, tirs û hovîtiye li dijî jinan."

Meclîsa Jinan a BDP'ê destavêtinên cerdevanan ên li Kurdistanê mînak da û destnîşan kir ku, ev sûcên cerdevanan bê ceza mane.

JI MIRINA NÛRCAN, DEWLETA SÛÇDAR CEZA NEKIRIYE, BERPIRSYAR E

Meclîsa Jinan a BDP'ê, gotinên dawî yên Nûrcan F. ya piştî destavêtina cerdevanan dawî li jiyana xwe anî bibîr xist û da xuyakirin ku di mirina jina ciwan de, cezanekirina sûçdaran, xwedî pareke mezin e.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin; "Li Amedê R.K, li Êlihê R.M, li Egîlê Z.M û hînê bi sedan jin li destavêtina cerdevanan rast hatin. Ev cerdevanên tecawizkar, ti ji wan ceza nexwarine. Cezanekirina cerdevanên tecawizkar dibe sedem ku bûyerên nû yên destavêtinê rû bidin. Mînaka vê ya herî dawî li navçeya Mêrdîn Midyadê derket holê. Cerdevanan, jina ciwan Nûrcan F. bi zorê revandin û dest avêtin wê. Nûrcan F. tevî hemû gefan giliyê cerdevan Velî Înan û xizmê wî A.Î yên dest avêtin wê, kir. Lê tevî gilîkirinê jî ev cerdevanên tecawizkar nehatine girtin. Li ser vê yekê, jina ciwan bi çifteya nêçirê dawî li jiyana xwe anî. Gotina dawî ya Nûrcan ev bû; "Eger vana wê neyên girtin, hingî ezê nikaribim li rûyê kesî binêrim, bi vê rûreşiyê nikarim bijîm." Nûrcan wê nebe jina dawî ya ji ber destavêtina cerdevanan dawî li jiyana xwe aniye."

Meclîsa Jinan a BDP'ê xwest sîstema cerdevaniyê ji holê bê rakirin û cerdevanên sûç kirine bên darizandin û cezakirin.