Meclîsa Jinan a Çîçek Botan kongreya xwe pêk anî

Meclîsa Jinan a Çîçek Botan a li herêma Evry a Parîs, kongreya xwe pêk anî. Di meclîsê de ku ji 5 komîsyonan pêk tê, 31 jin cih digirin.

Meclîsa Jinan a Çîçek Botan li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê doh pêk hat.

Nûnerên TJK-F û gelek jin tevlî kongreya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mesaja Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) hatin xwendin.

Kongre diyarî Hevseroka KCD'ê û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan hate kirin. Di dawiya kongreyê de jî hilbijartin hate kirin û di encamê de ji bo Meclîsa Jinan a Çîçek Botan 31 jin hatin hilbijartin. Piştre 5 komîsyonên; têkiliyên derve, civakî, çandî, rêxistinbûn û baweriyê hatin avakirin. Meclîsê piştî kongreyê yekser dest bi kar kir.