BI DÎMEN

'Me bi 7 jinan destpê kir, niha bûn bi hezaran'

Endama Meclîsa Kantona Hesekê Siltan Mihemed Izo got, "Me bi 7 jinan destpê kir û niha bûn bi hezaran jin. Jin niha li qada şer, li nava saziyan û her qada civakê hene."

Siltan Mihemed Izo dayika şehîd û endama Meclîsa Kantona Hesekê axivî û anî ziman ku di salên borî de ji ber kevneşopiyên civakî yên ji aliyê desthilatdariya mêr ve dihatin ferzkirin jin nedikarîn ji malên xwe derkevin û got ku bi şoreşê re îro jin dengê xwe bilind kirine, mafên xwe wergirtin û pêşengiya şoreşê dikine.

Endama Meclîsa Kantona Hesekê Sîltan Mihemed Izo, weke jineke têkoşîna azadiyê çawa naskiriye û jiyana xwe ya ku bi meşa şoreşê re dewam dike ji ANF’ê parve kir.

MIN XWEST ARMANCEKE MIN HEBE

Siltan Mihemed Izo got, "Jinên ku têdikoşîn bala min dikêşa. Min xwest armanceke min ya mîna wan jinan hebe. Min xwest ku jiyana min bibe xwedî wateyekê. Min nexwest ji rêzê bijîm. Li cihê ku me dijiya hejmara Kurdan kêm bûn. Malbata min jî malbatek muhafezekar e. Ji ber derdor û bavê xwe ez gelek ditirsiyam. Di sala 1985'an de ji bo karekî çûm cihekî û li wir min Hevrê Bêrîvan nas kir. Ji min re qala Tevgera Azadiyê ya Kurd kir. Ez fikirîm ku, 'Tişta ku ez dixwazim tam ev e'. Min fêm kir ku bi cihgirtina li nava vê têkoşînê re ez ê ji bo wan roleke gelekî mezintir bilîzim. Min li wir soz da; Çi ji min tê xwestin, ez amade me bikim.

TEVLÎ XEBATAN BÛM

Piştî wê min dest bi xebatên xwe kir. Em diçûn nava pembû, nîsk û xebatkarên zevî. Me gel bi rêxistin dikir. Wê demê dewlet li ser piyan bû û bi hêz bû. Ji ber vê yekê dayika min her tim ji bo min bi fikar bû. Kesî xeyal nedikir ku rojekê em ê xwe bigihînin vê rojê, lê min gelekî jê hez kir. Xebitîn û tiştek kirin wate dida jiyana min.

Piştî demekê dê û bavê min ji min ra gotin ku divê ez bizewicim. Zewicîm, lê min pêşî şert danî pêşiyê hevjînê xwe; Min got ez ê xebatên xwe bidomînim, ez ê xwe li malê kilît nekim û ez ê tenê nebim dayika zarokan. Wî jî ev yek pejirand. Ez li wê herêmê weke jineke bi tenê dixebitîm. Ez li nexweşxaneyekê wezîfedara tenduristiyê bûm. Doktoran jî alîkarî didan min. Me digot çi dibe bila bibe, ji bo siberoja zarokên xwe çi bikeve ser milê me em ê bikin.

DI NAVA MECLÎSÊ DE TENÊ 7 JIN HEBÛN

Di sala 2012’an de bi destpêkirina şoreşê re xebatên me hîn xurtir bûn. Şer hebû û me erzaq û av digihand şervanên li eniyê. Carinan hevjînê min û zarokên min hewl didan ku çûyîna min asteng bikin, lê min qet guh nedida wan. Tevî ku şer ewqas giran bû jî tirsek me nebû. Me dizanîbû ku ew ji bo me şer dikin. Bi keda mirovên welatparêz û fedekar re, rêxistinbûyîn gav bi gav xurt bû. Di destpêkê de meclîs hat avakirin. Di meclîsa ku ji 27 kesan pêk dihat de tenê 7 jin hebûn. Piştre 'mala jin' hate avakirin. Li vir gelek jin cih girtin, hin ji wan xwendin û nivîsandina wan jî nebû, lê pir girêdayî bûn. Ya rast, ji bo em her êvar cihê xwe biparêzin her roj du jinên me di nobedê de bûn. Piştre komunên jinan hatin avakirin û şaredarî hat avakirin. Rêveberiya Xweser hat avakirin. Îro jin di qada şer de, di sazî, navend û hemû qadên civakê de cih digirin. Me bi 7 jinan dest pê kir û niha bi hezaran jin hene.

PÊŞENGÎ JI ŞOREŞÊ RE DIKIN

Jinên ku nedikarîn serê xwe di derî re derînin û ji ber kevneşopiya civakî şerm dikirin û tevlî kar nedibûn, îro dengê wan bilind dibe, mafên xwe digirin û pêşengî ji şoreşê re dikin. Ji bo hemû cîhanê bûne mînak. Li her dera cîhanê jin hatin û beşdarî vê şoreşê bûn û heta şehadet jî çêbûn. Sîstema hevserokatiyê ku li ti devera cîhanê mînaka wê nîne, li Rojava tê pêkanîn. Di hemû saziyan de jin pêşenge. Jin xwedî hêza biryardariyê ne. Bi hezaran jin hene ku dixwazin di nava vê jiyana li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo hatiye afirandin de cih bigirin.

BILA RÊBER APO BIXWÎNIN

Yek gotina min ji bo hemû jinan heye; Bila ramanên Rêber Apo bixwînin. Bila bibînin bê Rêbertî çima ewqasî qîmetê dide jinê. Zîlan a ku li ber ronahiya felsefeya Rêber Apo azad bû û Hevrê Sema ku dixwest di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bibe pirek, bandoreke mezin kir. Li ber ronahiya van têkoşînên jinan, jinên li Siwêdayê îro bi rakirina wêneyên Hevrîn Xelef daxwaza azadiya xwe dikin.”