Malbatên Roboskiyê xwedî li HDP’ê derketin

Malbatên Roboskiyê li dijî binçavkirina Hevserokên Giştî yên HDP’ê û wekîlan nerazîbûn nîşan dan, got; “Divê AKP ji vê rêya tarî vegere.”

Malbatên 34 kesên ku li bejahiya gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê 28’ê Kanûna 2011’an ji hêla balafirên şer ên Tirk hatibûn qetilkirin, li dijî binçavkirina hevserok û parlamenterên HDP’ê li ber Roboskî Der daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Di çalakiyê de dowîzên “dest nede îradeya min” hatin rakirin.

Serokê Roboskî Derê Velî Encu axivî û got; “Di nav wekîlan de Ferhat Encu yê ku 34 xizmê xwe di Qetlîama Roboskiyê de ji dest daye jî heye. Ji Qetlîamê û vir ve di şexsê Roboskî de Ferhat Encu tê hedefkirin û desthilatdariya AKP’ê sepanînên xwe yên bêrêgez û nehiqûqî xistine meriyetê. Desthilatdariya ku ji bo pêşî li hesabpirsîna qetlîama Roboskiyê bigire Meclîs xetimandiye, herî dawî binçavkirinê îmze avêtine karesatekê. Em wek malbatên Roboskiyê dixwazin demildest ev helwesta bêhiqûq û exlaq bê bidawîkirin. Divê desthilatdariya AKP’ê ji vê rêya tarî vegere.”