Malbata jina ku rastî tecawizê hat, tê tehdîd kirin
Malbata jina ku rastî tecawizê hat, tê tehdîd kirin
Malbata jina ku rastî tecawizê hat, tê tehdîd kirin
Di meha Tîrmehê de jina bi navê N.F rastî tecawiza destgirtî û kurê sercedevan hat û piştî vê N.F xwe întîxar kir. Malbata N.F jî rastî tehdîdên xizmên tecawizkaran tên. Birayê N.F, Hayrettîn F, gotji ber gefan dê gund terk bikin.
N.F ya li gundê Mîdyada Mêrdînê dima, rastî tecawiya destgirtiyê xwe Velî Înan hat û carekê jî rastî tecawiza kurê sercerdevan Oslman Îşler, Abdulkerî Îşler hat. Velî Înan piştî ku beyî ku bê girtin hat darizandin, cara duyemîn rastî tecawiza Velî Înan hat û xwe bi tifinga neçîrê kuşt. Birayê N.F, Hayretîn F, diyar kir ku Îşler ku berê sabikaya wî ya cînayetê heye, niha jî me tehdît dike. Ewlehiya canê me nemaye, ger çareyek neyê dîtin em gundê xwe terk bikin.
N.F ya 20 salî ku li gundê Xanika a Midyadê bi malbata xwe re dijî, 3 sal berê bi Velî Înan re nîşanî kir. Lê piştî Înan ji leşkeriyê hat, nîşana xwe avêtin û N.F ligel malbata xwe bû. Di nîsana 2013’an de N.F ji bo sewalan biçêrîne çû. Telefona wê lêda û nîşaniyê wê yê berê b, jêre got ezê bêm te bibînim û N.F jî qebûl kir.
TEHDÎD KIRIN, XISTIN WESAYÎTÊ
N.F ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Îdîlê da, wiha got: “Velî û kesekî bi navê Yaşar hatin. Bi kamyoneteke şîn hatin. Ez tehdîd kirim û xistim erebê. Em ketin riya Êlihê. Piştre Velî li kesekî geriya û wî kesî bi wesayîta doblo em birin Êlihê. Ez birim mala xalê xwe. Xal û amojna wî dest û lingê min di odeyekê de girê dan. Ez hefteyekê tî û birçî mam. Hefteyek şûnde ez derxistim.
‘TECAWIZÊ MIN KIR’
Hefteyekê em li wir man. Ez tirsandim, tehdîd li min kirin. Ez nikarîbûm birevim. Welî di vê demê de çend caran bi min re ket têkiliya zayendî. Roja destpêkê, xalê Velî mele anî û xwest mehra me bibire. Lê min ev qebûl nekir. Velî li wir xeteke nû ya tlf girt. Lê numare neda min. Piştî hefteyekê em çûn Mîdyadê. Em çû bajaroka Karalar. Xwişka wî li wir bû. Xwişka wî her tim ligel min bû. Birayê min li min geriya, min got bi zorê ez birine. Li wîr Velî bi zorê bi min re ket têkiliya zayendî. Duh ekîba cendermeyan hat cem min, ez Velî Înan gilî dikim. Bila bê cezakirin.
RASTIYA TIRKIYEYÊ: TECAWIZKAR SERBEST E
Velî Înan bi alîkariya sercerdevan Abdulhalîm tê berdan. Velî Înan di îfadeya xwe de diyar dike ku N.f bi daxwaza xwe pê re çûye û piştî vê Velî Înan hat berdan.
VÊ CARÊ RASTÎ TECAWIZA KURÊ SERCERDEVAN HAT
N.F ya ku hêj travmaya xwe ji ser xwe navêt, rastî tecawiza kurê sercerdevan Osman Îşler, Abdulkerîm Îşker tê. Îşler şeve ku bavê N.F li Midyadê bû, bi zorê N.F direvîne û di wesayîtê bi dehan carî tecawizê wê dike û piştre datîne gundê Dolunay yê Velî Înan. N.F piştî vê bûyerê di 2’ê Tebaxa 2013’an de xwe bi tifinga neçîrê întîxar kir.
Rapora Muayeneya Giştî ya Edlî ku di encama serlêdana gilîkirina N.F de her çiqas tecawiz bê piştrastkirin jî, di rapora otopsiya 02.07.2013’an de tê gotin ku N.F hêj bakîreye, daneyeke travmatîk nîne.
NIHA MALBAT DI HEDEFÊ DE YE
Piştî N.F întîxar kir, îfadeya Îşler, ne dozger, fermandarê Cendermeyan a Haxî girt. Îşler jî wek Înan hat berdan. Ev jî têr nekir, ji bo malbat giliya xwe paşde bikişîne, tehdît dike. Birayê N.F, Hayrettîn F got: “Ewlehiya canê me nîne. Ger wisa tehdîd bikin, emê gund terk bikin. Hemû gund dizane ku xwişka min rastî tecawizê hatiye, lê ji ber tehdîdê dengê xwe nakin.”
Parêzera malbatê Eren Keskîn da zanîn ku ji ber ku delîlên têr tune, her du tecawizkar jî hatine berdan û divê hemû jin xwedî li dozê derkevin û bila tecawizkar cezayê xwe bikişînin.