Malbat li zarokên xwe digerin ên di dema Pînochet de hatin dizîn

Li Şîlî, dayikên wan zarokan ên di dema dîktator Pînochet de ji malbatên xwe hatin qutkirin û bi rengekî îllegal ji hin malbatan re hatin dayin, lêgerîna xwe dewam dikin. Niha jî dayik wê bi rêya testa DNA'yê karibin zarokên xwe bibînin.

Li Şîlî dema ku dîktator Pînochet desthilatdar bû, 25 hezar zarok bi salan ji malbatên xwe hatin qutkirin û bi rengekî îllegal radestî hin malbatên cuda hatin kirin. Lêgerîna malbatan a li zarokên xwe dewam dike.

Yek ji van jinan jî Sonîa Molîna ye ku li gundê Pûdahûel ê li rojavayê Santîagoyê dimîne. Molîna ji Europe 1'ê re axivî û got, "Her roj ji bo keça xwe digirîm. Carna di xewn de dibînim ku ber bi min ve tê. Tevahiya emrê xwe ji bo keça xwe giriyam."

Molîna sala 1971'ê dema ku 14 salî bû zarok jê re çêbû. Zaroka wê bêyî destûra wê ji malbateke Swêdî re hate dayin. Sonîa Molîna yek ji 25 hezar dayikan e ku di navbera salên 1973 û 1990'î de zarokên wan ji aliyê dewletê ve bi zorê ji wan hate standin.

Li gorî nûçeyeke ku di sala 2014'an de li çapemeniya Şîlî hate weşandin, malbatên ku ji bo xwedîkirina zarok wergirtine, ji DYE û Ewropayê hatine û di berdêla pereyekî zêde de zarok wergirtine. Di nûçeyê de hate ragihandin ku bi giştî ji 18 welatan malbatan 25 hezar zarok hatine wergirtin. Li gorî nûçeyê, şêwirmendên civakî, doktor, dadger, rahîb jî tevlî pergala firotina zarokan bûne.

Niha niha nêzî 600 serlêdan û gilî li saziyên hiqûqê hatin kirin. Lê belê testên DNA'yê di vê nuqteyê de gelekî girîng e. Di encama testan de hin malbatan zarokên xwe dîtin. Sonîa Molîna demeke kurt beriya ku biçe başûrê welêt keça xwe anîbû dinyayê.

Molîna got, "Ji bo karibim bixebitim neçar mam ku zaroka xwe li maleke venêrînê bi cih bikim. Piştre kalkê min ez bi zilamekî ku min ew nas nedikir bi zorê zewicand" û wiha dewam kir, "Hevserê min rojekê çû mala venêrînê û got ku dayika zarok ne ez im. Zilamekî nebaş bû. Şêwirmendê civakî belgeya jidayikbûnê ya zaroka min xwest. Lê belê ew belge li nexweşxaneya li Santîago bû ku li wir ji dayik bû. Pereyê min tune bû ku biçim û belgeyê bînim. Min bi xwendinê jî nizanî bû, lewma min nizanîbû ku çi bikim."

Molîna diyar kir ku heta keça wê ji malbatekê re bê dayin, ew bi dizî diçû dîtina zaroka xwe.

PLANA DIZÎNA ZAROKAN BI BERFIREHÎ TÊ KIRIN

Ji bo zarok ji dayika wan bên qutkirin gelek teknîkên tevlîhev têne kirin. Ji damezrînerên komeleya bi navê "Dayik û zarokên bêdengiyê" Marîsol Rodrîgez wiha qala sîstemê dike:

"Nexweşxane ji dayikan re dibêje ku zarok dema ji dayik bû miribû. Ji ber ku cenaze nîşanî wan nade, belgeya jidayikbûnê jî nadin wan. Ji hinekan re jî dibêjin ku pirsgirêkên giran ên zarokên wan hene û nepêkane ku li Şîlî bên dermankirin. Dibêjin ku yekane rêya rizgarkirina zarokan jî ew e ku bidin hin malbatan."

Marîsol Rodrîgez anî ziman ku bi rêya sîstema vê şebekeyê gelek pere hatiye qezençkirin û got, "Buhayê zarokekî 30 milyon pesos yanî bi pereyê niha heta 34 hezar Euro bû. Wê demê mirovên ku dixwestin bi rengekî îllegal bibin xwedî zarok gelekî zêde pere didan. Yên ku zarok didizîn jî îdîa dikirin ku ji bo jiyaneke baştir, derfet û perwerdeyeke baştir bidin zarokan ev kirine. Lê belê hinceta wan a herî girîng jî qezençkirina pereyan bû."

JI BO DAYIK ZAROKÊN XWE BIBÎNIN BANKAYA DNA'YÊ HATE AVAKIRIN

Ji sala 2014'an dema eşkerebûna vegotinên destpêkê yên li ser zarokên hatin revandin û vir ve, bi hewldanên taybet ên komeleya 'Dayik û zarokên bêdengiyê' nêzî 200 zarok û malbatên wan gihîştin hev. Sonîa Molîna jî sala 2019'an di encama testa DNA'yê de dît.

Keça Sonîa Molîna Ema niha 49 salî ye û li Swêdê ye.

Hikumeta Şîlî jî dema dawî ji bo zarokên hatin revandin û lêkolînkirina genetîk a xizmên wan bankayeke daneyan ava kir.