'Lîstina bi cenazeyê Şehîd Barîn, êrîşa li dijî îradeya jinê ye'

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Ayten Amed bal kişand ser hovîtiya li cenazeyê Barîn Kobanê hate kirin û got, "Tevî ku dewleta Tirk xwest bi şeref û xurûra jinan bilîze jî, Şehîd Barîn îro bûye sembola hemû jinên berxwedêr."

Barîn Kobanê, dema li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo parastina Efrînê di nava refên YPJ'ê de  şer dikir şehîd ket. Piştî şehadeta wê dewleta Tirk bi rengekî dij mirovahî êşkence li cenazeyê şervana YPJ'ê kiribû. Li hember vê hovîtiyê gelek kesan nerazîbûn nîşan dan û jinan bi gotina "Em ji bedena xwe şerm nakin. Namûs ne beden e, ax û şeref e" xwedî li şervana YPJ'ê Barîn Kobanê derketin.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Ayten Amed jî der barê êrîşa li ser cenazeyê endama YPJ'ê Barîn Kobanê ji ANF'ê re axivî û êşkencekirina cenazeyan weke qelsiya dewleta Tirk û çeteyên wê nirxand. Ayten Amed got "Heza ku dema li bin dikeve bêyî ku li pîvanên şer bifikire bi cenazeyan dilîze. Ev binketineke herî mezin e."

'TÊKOŞÎNA NAVBERA PERGALÊN DEMOKRATÎK Û KAPÎTALÎST'

Ayten Amed di destpêka axaftina xwe de di şexsê Barîn Kobanê û Avesta Xabûr de berxwedana Efrînê silav kir û sersaxî ji bo hemû malbatên cangoriyan xwest. Ayten Amed got, "Divê têkoşîna heyî ya li Efrînê weke şerê navbera Tirk û Kurd, an jî navbera QSD û dewleta Tirk neyê dîtin. Berxwedana li Efrînê li hember hemû netewe-dewletan tê kirin. Eşkere ye ku têkoşîna tê kirin di navbera pergala demokratîk û pergala kapîtalîzmê de ye. Pêşengtiya pergala demokratîk Rêber Apo dike. Pergala kapîtalîzmê dixwaze li hember pergala demokratîk desthilatdariya xwe ya antî demokrat ferz bike. Hêzên kapîtalîst ji bo ku pergala demokratîk li bin bixin çi ji destê wan were wê bikin. Ji xwe mînaka wî ya herî berçav, lîstina bi cenazeyên şervanên azadiyê ye. Yek ji wan jî Şehîd Barîn Kobanê ye ku di eniya berxwedanê de canê xwe feda kir û bû sembola berxwedana serdemê ye."

'ÊŞKENCE NÎŞANEYA QELSIYA DEWLETA TIRK E'

Ayten Amed anî ziman ku dewleta Tirk bi cenazeyên şervanan bi taybet jî bi cenazeyên jin re dilîze û axaftina xwe wiha dewam kir:  "Dewleta Tirk a dagirker bi leyistina cenazeyan peymaneke dide. Hikumeta AKP'ê gefê li Ereb, Ermenî, Tirkmen û Suryanan ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mil bi mil li ber xwe didin, dixwe. Lê divê her kes vê peymanê rast bixwîne. Ev lewazbûn, li bin ketina artêşa dewleta Tirk a hêza NATO ya duyemîn e, nîşan dide."

'HÊZA KU LI BIN DIKEVE BI CENAZEYAN DILÎZE'

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Ayten Amed diyar kir ku hezên binketî dema ku di şer de li hember hêza dijberî xwe nikarin ser bikevin bêçare dimînin û êdî serî li rêbazên curbecur ên qirêj didin. Amed bi berdewamî got, "Mînaka êşkencekirina li ser cenazeyan herî zêde têkoşîna PKK a 40 salî dît. Lîstina bi cenazeyên têkoşerên jin ne cara yekê ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Di têkoşîna 40 salî ya PKKê de me mînakên wiha pir dîtin. Heza ku li bin dikeve bêyî ku li pîvanên şer bifikire bi cenazeyan dilîze."

Amed bal kişand li ser pêşengtiya jinê ya li Efrînê û got, ji ber ku pêşengiya berxwedanê jin dikin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwestin di şexsa Barîn Kobanê de êrîşî hemû jinên ku li hember dagirkeriya dewletan disekinin bikin. 

'ŞEHÎD BARÎN BI ENCAMA TÊKOŞÎNA ÇIL SALÎ Û FELSEFEYA RÊBER APO XWE KIR MERTAL'

Ayten Amed anî ziman ku parastina welat û rûmetê ji bo wan ji her tiştî pêştir e û got, ya herî girîng ne bi cenaze leyîstin e, ya girîng ew e ku bedena xwe bike mertal û axa xwe biparêze. Amed destnîşan kir ku Şehîd Barîn jî bi vî şiklî bi encama têkoşîna çil salî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe kiriye mertal. Ayten Amed wiha axivî: "Dewleta Tirk çi qasî bi leyîstina bedena heval Barîn xwestibe bi şeref û xurûra hemû jinan bilîze jî îro Şehîd Barîn bû mînaka jina berxwedêr a ku bi ti awayî derfet nedaye dewleta dagirker. Jinan ji bedena jinê şerm nekirin û xwedî li şehîda xwe derketin."

'PARASTINA EFRÎNÊ PARASTINA ŞEREF, RÛMET Û HEMÛ GELAN E'

Endama Konseya Rêveber a KJK Ayten Amed herî dawî bang li hemû jinên ku li ber xwe didin kir ku bi ruhê Barîn û Avestayan Efrînê biparêzin. Ayten Amed gotinên xwe wiha qedand: "Parastina Efrînê ne tenê parastina erdnîgariyê ye. Parastina Efrînê parastina şeref, rûmet û hemû gelan e. Divê hemû gelên me yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi vê bîr û baweriyê heta dawiyê cihê xwe di nava berxwedana şerefê de bigirin û li ser şopa Avesta û Barînan berê xwe bidin serketinê. Bi vê mabestê ez ji bo hemû şervanên azadiyê serketinê dixwazim."