Li Zurîhê tundiya li ser jinê û berxwedana jina Kurd hat gotûbêjkirin

Li Volkshaûs a bajarê Zurîh a Swîsreyê, paneleke têkîldarî tundiya li ser jinê û li Tirkiyeyê tundiya li ser jina Kurd hat lidarxistin.

Di panelê de ku rêxistinên jinên Swîsreyê li dar xistin, Parlamentera Partiya Keskan Sîbel Arslan û Aktîvîsta Jin a Kurd Rojda Yildirim amade bûn.

Sîbel Arslan bal kişand ku Tirkiye di her qadê de bi paş ve diçe û bi kurtahî wiha got;

“Bi rejîma AKP’ê re, zext, tundî û cinayetên li dijî jinan zêde bûne. Qanûn ji bo parastina zihniyeta zilamserwerî tên derxistin. Dema AKP’ê de tundiya li ser jinê ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Li vir zihniyeta AKP’ê ya ku tundiyê har dike diyarker e.”

Aktîvîst Yildirim jî di axaftina xwe bal kişand li ser hêza sîstema baviksalarî ya li Tirkiyeyê, destnîşan kir ku bi taybet dema AKP’ê de li kolan û nav malbatê tundî gelekî zêde bûye.

Yildirim, êrîşkariya li dijî jina ku dema spor dikir bi bîr xist û got; “AKP, wek nûnerekî faşîzma zilamserweriyê, dixwaze bi afirandina tundiyê li ser piyan bimîne. Çi nêzîkatiya ji bo sîstemê çi jî cinsiyetparêziyê, têkoşîna jina Kurd xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ji ber vê dewleta Tirk, tevî cinayeta Parîsê jî, dixwaze bi polîtîkayên qirkirin û qirkirina jinê, di şexsê jinê de civaka Kurd teslîm bigre. Ji ber ku dixwaze di şexsê jinê de civakê kontrol bike.”

Yildirim mînaka têkoşîna bi pêşengiya YPG/YPJ’ê jî da û wiha axivî; “Ev hêz bûne tirsên esasî yên van sîsteman. Paşverûtiya Rojhilata Navîn ji bo karibe vê têkoşîna azadiyê ya di şexsê jina Kurd de bilindbûyî bifetisîne, destekek mezin daye DAÎŞ’ê. Jixwe, nîşaneya bingehîn a azadiya Rojhilata Navîn veguheriye azadbûna jinê.”