Li Yewnanistanê li ser Jineolojî semînerek hate dayîn

Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê semînerek li ser zanista jinê Jinolojî hate dayîn. Di semînerê de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin.

Li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Komîteya Jineolojî ya Ewropa li ser Jinolojî semînerek da. Li qada semîner lê hate dayîn wêneyên şoreşgerên jin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Gelek kes tevlî semînerê bûn.

Di semînerê de ewilê endama TJK-E’yê Bêrîvan Karayoyûn axivî. Karayoyûn anî ziman ku zanist divê ji desthilatê dûr, nêzî civak be û pêwîstiyên civakê pêşwazî bike. Karakoyûn diyar kir ku Jineolojî xwe li ser van rexneyan avakiriye. Karakoyûn daxuyakirin ku Jineolojî zanisteke ku civakê ava bike ye.

‘PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN JI BO JINAN ŞANSEKE’    

Endama Komîteya Jineolojiyê ya Ewropa Sara Marche jî Kurdî axivî û ev got: “Jineolojî têgiheke Kurdî ye. Jineolojî zanista jinê ye. Li vir jin û peyvên zanistê xwe li ser bingehê ‘Pradîgma xwe Dispêre Azadiya Demokratîk, Ekolojî û Jinê’ xwe ji nû ve pênase dike. Ev ji bo jinên cîhanê şanseke. Weke ku Abdullah Ocalan pênase kirî, jin ji zayendekê zêdetir mîna ‘xwebûna sosyolojiyê’ girtina dest, li ser vî bingehî di serî de têkiliyên çewsanê, dîsa  ji bo çareseriya hemû sîstema mêtingeriyê rêbazeke. 

Mîna ku Rêber Apo gotî famkirina formûla ‘Jin, Jiyan, Azadî’, li ser vî bingehî, lêkolînkirina jiyana jinê û azadiyê û pêşxistina wê ye. Ronîkirina xwezaya jinê û bi vê ve girêdayî ronîkirina xwezaya civakê, nivîsandina dîroka koletî û azadiya jinê, avakirina zanista şoreşa jinê, ber bi konfederalîzma jinê ya cîhanê ve ku hişmendiyeke zanista sosyolojî ku xwe dispêre tevgerên jinê, pêşxistina wê esas digire.”