Li wargeha Mexmûrê kargeheke jinan: Pastaxaneya Zîn

Pastxaneya bi navê Zîn a li wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji aliyê 4 jinên Mexmûrî ve tê birêvebirin, 7 sal in xizmetê dide şêniyên wargehê.

Pastaxaneya Zîn a li wargeha şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), sala 2012'an ji aliyê 4 jinan ve hate vekirin. Berpirsyara pastaxaneyê Songul Guler qala karê xwe kir û diyar kir, destpêkê dema wan pastaxane vekir, civak bi wan ne bawer bû ku wê karibin karekî wiha bikin.

Guler got, "Nêzîkatiyeke bi vî rengî timî derdiket pêşiya me. Lê ti carî em ji karê xwe sar nebûn. Me ispat kir ku ti kar nikare li pêşiya hêz û îradeya jinê bibe asteng."

Songul Guler diyar kir, dema jin birêxistinkirî be, li her derê dikare karekî serketî bike û wiha dewam kir: "Bi 4 jinan me dest bi karê pastaxaneya Zîn kir. Li vê derê em her cûreyên pasta, qûrabiye û peqleweyê çêdikin. Li ser daxwazê, em ji bo derveyî wargehê jî pasta çêdikin. Ji bo me ya girîng daxwazên civakê ye, ne berjewendiyên madî ye."

Guler ji jinan xwest ku timî bi xwe bawer bin û got, "Eger jin xwe bi rêxistin bikin wê karibin her karî bikin. Ji ber vê yekê em nahêlin zîhniyeta paşverû li pêşiya me bibe asteng."