Li Wanê jinan Qirkirina Şengalê şermezar kir
Jinên Wanî Qirkirina Şengalê şermezarkirin. Di çalakiyê de hate gotin qirkirin her wiha qirkirina jinan e.
Jinên Wanî Qirkirina Şengalê şermezarkirin. Di çalakiyê de hate gotin qirkirin her wiha qirkirina jinan e.
Li Wanê, li avahiya Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP’ê Qirkirina Êzîdiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an bi tevlêbûna Dayikên Aştiyê, TJA’yê hate şermezarkirin.
‘BÊDENG NEMAN, MECLÎSÊN XWE AVA KIRIN’
Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevseroka Navçeya Îpekyoluyê ya HDP’ê axivî Edîb Babur axivî. Babur di axaftina xwe de got çeteyên DAIŞ’ê jin kirine ‘xenîmetê şer’, kirine kole, firotine endam û şêxên Ereban, bi rengekî sîstematîk êşkenceya zayendî li wan kirine û got: ‘’Lê piştî qirkirina Şengalê jinên Êzîdî bêdeng nemane, tişta ku bi serê wan hatî weke ku qeder be nedîtine, xwe nedane ber mirinê lê li ber xwe dane, azadî dane ber xwe û bi mirina xwe jî be parastina xaka xwe ya ku lê çêbûne dane ber xwe, meclîsên xwe ava kirin.’’
Piştî banga ku 3’yê Tebaxê bibe Rojava Têkoşîna Dijî Qirkirina Jinê ji Ewropa ta Kanada, Avûstralya, Efrîkayê, Tirkiyê û Iraqê lig elek welatan tevgerên jinan li vê bangê xwedî derketine. Heman rojê, heman deqeyê, li dijî hovîtî û qirkirinê biryardariya têkoşîna me ya hevpar didome.’’
Babur bi domdarî got heta ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de yek jin jî mabe ti jin wê ne azad be û got: ‘’Em ê qirkirina jinê bidin rawestandin, jiyanê azad bikin.’’