Li Wanê di sala 2013’an de şideta li himberî jinê zêde bû
Li Wanê di sala 2013’an de şideta li himberî jinê zêde bû
Li Wanê di sala 2013’an de şideta li himberî jinê zêde bû
Li Wanê di sala 2012’an de ji ber sedema ku rûbirûyê şidetê mane 285 jinan serî li saziyên jinan dayibûn. Lê di sala 2013’an de ev hejmar ji 300’î derbas bû. Sosyolog Belde Bayindirli got; “Ji bo ku zemîna şidetê ji holê were rakirin divê zimanê me, kolan, malbat û her tişt bê guherîn”.
Li wanê şideta li beranberê jinê zêde dibe. Di sala 2012’an de bi sedema ku rûbirûyê şideta zilam mane 285 jinan serî li saziyên jinan dabûn. Lê di sala 2013’an de hejmara jinên serî lêdane li 300’î derbas bû.
Sosyolog Belde Bayindirli şideta li beranberê jinê ku zêde dibe nirxand û got: “Ji bo ku şideta li beranberê jinê tê pêkanîn bê astengkirin pêdivî bi zagonên çavtirsandinê û cidî hene. Zagonên ku niha hene nikarin jinê biparêzin.” Sosyolog Belde Bayindirli diyar kir jinên ku li Wanê serî li wan dane, sedama wan a rûbirûyê şîdetê mayinê di asteke bilind de ji ber xwesteka berdanê ye. Bayindirli şîroveyên xwe bi vî awayî domandin: “Di salên dawî de zanebûna jinê zêde bû û êdî dixwaze di jiyana civakî de cihê xwe bistîne. Helbet di vê rewşê de şideta zilamê ku naxwaze desthilatdariya xwe wenda bike dikeve dewrê. Jin êdî bi dengekî bilind li dijî desthilatiya zilam nerazîbûnên xwe tîne ziman. Ji sedemên herî mezin yek jî ev e. Zilam dibêje ‘bila her tişt weke ez dixwazim bibe’. Jin jî vê napejirîne û dixwazê bibe xwediyê axaftin. Çi mixabin e ku em ne civake ku dikare rast bifikire ne.”
Li gorî Bayindirli travmaya ku erdhêjê afirandiye jî di zêdebûna şideta li ser jinê de bibandor bûye. Bêkariya zêde, reşbînî û bêçarebûna ji bo pêşerojê piştî erdhêjê zêde zêde bûye hema bêjê weke ku foturaya vê rewşê jî li jinê tê birîn û ji jinê hesab tê pirsîn.
Bayindirli bal kişand ku ji bo şideta li ser jinê bê astengirin zêde girînge ku civak bi rastiya xwe bi xwe re rû bi rû bimîne û wiha got: “ji ber ku di civaka me de yekitî û yekbûna malbatê zêde hatiye pîrozandin şideta li beranberê jinê rewa tê dîtin. Pêwîst e em ti car şîdetê qebûl nekin. Li dijî şidet û tundiyê divê ekonomîk, siyasî di her alî de jin bihêz be. Ji ber vekê pêdivî bi piştgirî û hevkariyeke civakî jî heye. Ku em karibin vê bi ser bixin em ê tundî û şidetê ji nav jiyana xwe biqewtinin. Ji bo ku zemîna şidet û tundiye nemîne divê zimanê me, kolan û malbat bê guhe