Li Torontoyê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê Kolektîfa Jinên Azad a Sarayê û Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Torontoyê ji bo protestokirina êrîşên dagirker ku dewleta Tirk li Efrînê li ser jinan dike, çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

Meş bi şîara ‘Na ji dagirkerî û qirkirina jinan’ li bajarê Toronto yê Kanadayê hate lidarxistin. Meş ji Qada Dûndasê heta pêşiya şaredariyê domiya û meşvan dîsa vegeriyan Qada Dûndasê.

Ji bo protestokirina êrîşên li ser jinan ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî dikin, çalakî hate kirin.

Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên Sakîne Cansiz a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibû kuştin û alayên YPG û YPJ’ê hate hildan.