Li Swîsreyê pevçûna navmalbatî zêde dibe

Pevçûna navmalbatî serê 15 rojan li Swîsreyê dibe sedema mirinê, piraniya yên ku dimirin jin in.

Ofîsa Wekheviya Federal a Swîsreyê (BFG) li bajarê Bernê ya Swîsreyê konferanseke bi mijara tundiya li ser jinê û tundiya navbalmatî konferansek li dar xist.

Konferansa bi wê aramancê hate lidarxistin ku Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê ya têkilî tundiya li ser jinê û tevdîrên pêşîlêgirtina pevçûna navmalî û têkoşîna dijî vê, li hemû kantonên Swîsre were bicihanîn û teşwîqkirin.

Di konferansê de ku bi tevlêbûna gelek rêxistinên jin ên Swîsreyê û 270 pisporî pêk hat, bang hate kirin ku li dijîtundiya li ser jinê û tundiya navmalî têkoşîn were kirin û hurmet ji Peymana Stenbolê re were girtin.

Di konfernasê de hate gotin li Swîsreyê li ser jinê cihêkariyeke berbiçav heye û polîtîkayên kêm ên hikûmeta Swîsreyê yên di vê babetê de hatin rexnekirin.

Di konferansê de raporên têkilî ku jin hem ji ber zayendiya xwe û hem jî di nav malê de û li kargehan êrîş bi ser wan de dibe, hatin parvekirin, ji bo ku dawî li cihêkariya ku jin dijîn, bi dawî bibe bang li hikûmetê û rêveberiya kantonan hate kirin, ku tiştekî bikin.

Ofîsa Wekheviya Zayendî ya Federal a Swîsreyê têkilî tundiya li ser jinê û tundiya navmalbatî ya li Swîsreyê raporek belav kir. Li gorî raporê li Swîsreyê serê 15 rojan kesek ji ber tundiya navmalbatî dimire.

Di raporê de hate gotin ji ber tundiya navmalî yên ku dimirin piranî jin in, her wiha li Swîsreyê 27 hezar zarok û ciwan rastî tundiya navmalî tên.