Li Swîsreyê kampa jin û zarokan: Mirov çawa pêşiya şîddetê digire?

Di kampa jin û zarokan a li Swîsreyê de, li dijî zayendparêzî û şîddetê xweparastin hate nîqaşkirin.

Li Swîsreyê li bajarê Adelbodenê Yekîtiya Jinên Kurd-Swîsreyê kampa jin û zarokan a ji bo 2 rojan li dar xist. Semînerên li ser ‘zayendiya civakî û heqîqet’ û ‘xweparastin’ê hatin lidarxistin. Ji bo zarokan jî bernameyeke din hate lidarxistin. 180 jin beşdarî kampê bûn.

JINEOLOJÎ Û XWEPARASTIN HATE NÎQAŞKIRIN

Di kampê de li ser diyardeya “jin û azadiyê” nîqaşên kûr hatin kirin û qala girîngiya xweparastinê hate kirin.

Di nîqaşan da gundê jinan ên bi Jinwarê jî bi vîdeoyekê hate pêşkêşkirin.

Di kampê de hunermend Sosin konser da û jinan govend gerandin.

Di roja dawîn a kampê de jî ji bo ku jin karibin xwe li hemberî her cure şîddetê biparêzin dersa xweparastinê ya pratîk hate dayîn.