Li Swîsreyê jin ji bo mafên wekhev daketin qadan

Li Swîsreyê jin li gelek qadan ji bo mafên wekhev daketin qadan. Çalakî di çarçoveya çalakiya greva jinê de pêk hat ku ji 14'ê Hezîrana 1991'an ve tê lidarxistin.

Bi dirûşma "Eger jin bixwaze wê her tişt raweste" li paytexta Swîsre Bernê û li bajarên Zurîch, Bîel, Basel, Lozan û gelek herêman jin ji bo daxwazên xwe bînin ziman daketin qadan.

Rêxistinên jinan ên Swîsreyî, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên jinan ên koçber tevlî çalakiyan bûn. Jinên Kurd jî beşdarî çalakiyên greva jinê bûn û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" qîriyan.

Di çalakiyan de wêneyên jinên ku ji ber zîhniyeta mêr a serdest jiyana xwe ji dest dan hatin nîşandan. Çalakî bi axaftinên nûnerên rêxistinên jinan bi dawî bûn.