Li Swîsre, Belçîka û Elmanyayê jinan edalet xwestin

Lêgerîna li edaletê ya jinên Kurd a ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, dewam dike. Jinên li Belçîka, Swîsre û Elmanyayê daketin qadan daxwaza edaletê kirin û bêdengiya hikûmeta Fransayê protesto kirin.

Lêgerîna li edaletê ya jinên Kurd a ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, dewam dike. Jinên li Belçîka, Swîsre û Elmanyayê daketin qadan daxwaza edaletê kirin û bêdengiya hikûmeta Fransayê protesto kirin.

BERN

Li bajarê Swîsre Bernê, jin bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Mizgîn li ber gara navendî ya trenê kom bûn û daxwaza xwe ya edaletê careke din dubare kirin. Jinan bi qîrîna dirûşmên bi Elmanî daxwaza edaeltê kirin. Der barê komkujiyê de jinan agahî dan mirovên li derdorê û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta Fransayê ya li pêşberî komkujiyê dan. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

BASEL

Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî li kolana herî qelebalix a Baselê Marktplatzê cih hatin cem hev û ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edalet xwestin. Jinên ku li pişt pankarta bi nivîsa "Em Edaletê Dixwazin" li hev kom bûn, dirûşmên "Em hemû Leyla, Fîdan û Sakîne ne", "Bila komkujî werin ronîkirin", "Bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc tê" qîriyan. Jinan der barê komkujiyê de belavok belav kirin û nerazîbûn nîşanî aşkerakirina kiryaran dan.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê jî çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc tê" hat lidarxistin. Çalakî bi organîzeya Însiyatîfa Jinên Kurd li Brukselê û SKB ve pêk hat.

Çalakiya li ber Konsolosa Fransayê bi beşdariya hejmarek zêde ya Kuristaniyan pêk hat û daxwaza edaletê ya ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez hat dubare kirin.

Di çalakiyê de bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşmên "Em Edaletê Dixwazin", "Em ê ji bîr nekin, nedin ji bîrkirin", "Em hemû Sakîne ne, em hemû Fîdan in, em hemû Leyla ne" hatin qîrîn.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê jî li ber Konsolosa Fransayê çalakiya "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" hat lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û xwendin. Di çalakiya ku endamên YXK Munchen û Kurdistanî lê amade bûn de, hat destnîşankirin ku bêdengiya Fransayê tê wateya tevkariya wê ya li vî sûcî. Di axaftinan de komkujî careke din hat şermezarkirin.

 

...