Li Swêdê tundiya li ser jinê hat protestokirin
Bi boneya 25'ê Mijdarê li paytexta Swêdê Stockholm û bajarên Lund, Helsîngborg û Sundvallê jinan çalakî li dar xistin.
Bi boneya 25'ê Mijdarê li paytexta Swêdê Stockholm û bajarên Lund, Helsîngborg û Sundvallê jinan çalakî li dar xistin.
Di pêşandanê de ku Meclîsa Jinê ya Amara pêşengtî kir û bi organîzeya 10 rêxistinan li QadaMedborgarplatsen a Stockholmê hat lidarxistin, find hatin pêxistin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên sala 2013'an li Parîsê ji hêla dewleta Tirk hatin qetilkirin hatin rakirin.
Li ser navê Sosyalîstên Partiya Edaletê Lîna Rigney Thornblom axivî, destnîşan kir ku mîna jinên li çar aliyên cîhanê derketina qadan, ew jî dixwazin dawî li destdirêjî, destavêtin û tundiya li ser jinê were û wê ji bo vê jî heta dawiyê têbikoşin.
Ji Meclîsa Jinê ya Amarayê Ferah Bozcali jî bal kişand li ser têkoşîna jinên Kurd û got; "Cîhanê dît ku şerê wan ne tenê bi parastina Kurdistanê sînordar e, beriya her tiştî nirxên gerdûnî û azadiya jinê diparêzin."
Li ser navê Federasyona Ciwanên Anarko-Sendîkalîst jî Ada Yamada axivî, destnîşan kir ku wek jin di her qadê jiyanê de daxwaze wekheviyê dikin.
Li ser navê Dayikên Kurd ên Swêdê jî Maksûde Amînî hin mînakên zextên li ser jinên li Îranê dan û daxwaz kir ku jina Kurd a şoreşger Zeynep Celaliyan ku bi rîska darvekirinê hevrû ye, bê berdan.
Di pêşandanê de ku wêneyên wekîlên jin ên HDP'ê jî hatibûn hilgirtin, dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Zext Nikarin Me Bêzar Bikin" hatin berzkirin.
Li bajarên Lund, Helsingborg û Sundvall jî jin daketin qadan û tundiya li ser jinê protesto kirin û bang li hikûmetê kirin ku ji bo rawestandina tundiyê tevdîran bi cih bîne.