Li Swêdê qetilkirina jinan a ji aliyê dewleta Tirk ve hate protestokirin

Qetilkirina 3 jinên di êrîşa dewleta Tirk a li gundê Helîncê ya Kobanê de li paytexta Swêd Stockhol û Goteborgê bi çalakiyan hate protestokirin.

Meclîsa Jinan a Amara ji bo êrîşa Balafirên Bêmirovê yên Biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk a li gundê Helîncê ya Kobanê pêk anî 3 şehîd bûn protesto bikin, di seat 18:00’an de li Qada Sergelstorgê çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de Kurdistanî û dostên wan, posterên jinên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatîn qetilkirin û alên Tevgera Jinên Kurd hilgirtin.

GOTEBORG

Kurdistaniyên li Parqa Brunn hatîn gel hev di seat 18:00’an de qetlîama dewleta Tirk a li gundê Helîncê ya Kobanê pêk anî protestokirin.

Di axaftina bi navê Komîna Jinan a Şehîd Sema hatî kirin de diyar kirin ku êrîşa dewleta Tirk pêk anî, di kesayeta 3 jinan de êrîşek li dijî hemû gelên li Kobanê dijîne. Bang li gelên bindest û rêxistinên jinan kirin ku li dijî qetilkirina jinan a ji aliyê dewleta Tirk ve helwestên xwe nîşa bidin.

Çalakgeran, bang li hemû Kurdistanî û dostên wan yên li Gotebogê dijîn kirin ku roja Şemiyê di seat 14:00’an de tevlî çalakiya protestoyî ya li Parqa Brunn bibin.