Li Swêdê çalakiyên li dijî tundiya li jinê berdewam dikin

Rêxistinên jinan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî, li gelek bajarên Swêdê çalakî lidar xistin.

Jinan li Eskîlstûn, Orebro, Gavle, Lulea, Karlsmann, Sodertajle ji bo ku tundiya li ser jinan bi dawî bibe mûm vêxistin.

Li bajarê Gavleyê Komuna Jinan a Warşînê bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û rêxistinên jinan meş û mîtîngek li dar xistin. Jinên ku saet 17.00’an li Mala Çandê ya Gavleyê hatin cem hev, li dest wan pankartên şermezariyê yên tundiya li jinê û xetîre ber bi Meydana Rodhûsê ve meşiyan. Nûnerên jinan li meydana ku dengê muzîkê jê bilind dibû, ji bo ku tundiya li jinê were rawestandin bang li hikûmetê kirin ku tevdîran bigire.

Li Orebroyê ‘Însiyatîfa Jinan’ li navenda bajêr çalakiyek li dar xistin. Çalakgeran pankarta bi navê ‘tundiya li jinê rawestînin’ hildan û li meydanê mûm vêxistin. Di çalakiyê de ku bi navê ‘li dijî jinê berxwedana global’  hate pêkanîn, Zozan Baransson û ji Partiya Çepgir Hans Holberg axaftin kirin û tundiya li jinê şermezar kirin.